EWROPA
Hemû Nûçe
-
Salih Muslim li Liverpoolê hat bîranîn: Bîranîna wî wê timî berxwedan û têkoşînê bîne bîra me
Li Liverpoolê ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim merasîma bîranînê hat lidarxistin û wiha hat gotin, "Bîranîna şehîdê ku jiyana xwe ji bo azadiya gelê xwe terxan kiriye wê timî berxwedan û têkoşînê bîne bîra me.” -
Li Exeterê çalakiya ‘Jin Jiyan Azadî’
Li bajarê Exeterê yê Îngilistanê di çalakiyekê de paradîgmaya azadiya jinê hate nasandin. Di çalakiyê de broşûrên ku perspektîfên Rêber Apo dihewînin û pirtûkên jineolojiyê rastî eleqeyeke mezin hatin. -
Ji bo Osman Kılıç merasîma xatirxwestinê: Ew derwêşê vî demê bû
Ji bo şehîdê Çapemeniya Azad Osman Kılıç (Gundî), duh li bajarê Den Haag ê Hollandayê merasîmeke xatirxwestinê hat lidarxistin. Di merasîmê de hat destnîşankirin ku Gundî derwêşê vî demê bû, mîraseke mezin li pey xwe hiştiye. -
Li Lorientê meşa li dijî nîjadperestî û faşîzmê
Li bajarê Lorient ê Fransayê bi sedan kes di meşa çarçoveya 14’ê Adarê hat lidarxistin de, li dijî nîjadperestî, faşîzm û tundiya dewletê daketin qadan. -
Li Parîsê şeva aştî û piştevaniyê
Li banliyoya Sarcelles a paytexta Fransa Parîsê, bi şîara “Em cewherê aştiyê û mîsogeriya civaka demokratîk in” merasîmek hate lidarxistin. -
Li Parlamentoya Danîmarkayê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
Gelek siyasetmedarên Kurd,Danîmarkî û mêvan beşdarî resepsiyona Newrozê bûn û bal kişandin ser girîngiya parastina mafên bingehîn ên gelê kurd û hevgirtina navneteweyî. -
Hevalê Gundî
Ew ne mîna her şoreşgerekî bû. Di navbera fikir, jiyan, axaftin û pratîka wî de hevgirtin hebû. Bi kurtasî kesek ku axaftin, cewher û çalakiya wî yek bû. Ji ber vê ew şoreşgerekî rast bû. -
Ji KCDK-E’yê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê
KCDK-E’yê ji bo endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim ê ku duh jiyana xwe ji dest da, sersaxî ji malbat, hezkirî û gelê Kurd re xwest û got: 'Muslim, wê cihê ku di dilê gelan de girtiye her dem biparêze.' -
Rojnamevan Osman Kiliç dê li Den Haagê bi merasîmekê bê oxir kirin
Kedkarê Çapemeniya Azad Osman Kiliç ku ji ber penceşêra pişikê jiyana xwe ji dest da, dê sibê li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi merasîmeke girseyî bê oxir kirin. -
Kedkarê çapemeniya azad Osman Kiliç jiyana xwe ji dest da
Dîrektorê ANF'ê Osman Kiliç ku demeke dirêj tedawiya kanserê didît, li bajarê Tiel ê Hollandayê şehîd bû. -
Li Brukselê 100 hezar kes li dijî polîtîkayên hikûmetê meşiyan
Bêhtirî 100 hezar kes li dijî polîtîkayên hikûmeta federal ên aborî û civakî tevlî meşa neteweyî ya li Brukselê bûne. Li seranserê welêt ji ber rawestandina gelek karûbarên giştî, balafirgeh û xebatên veguhestinê astengiyên cidî çêbûn. -
KON-MED û KOMAW ji bo Salih Muslim sersaxî xwestin
KON-MED û KOMAW diyar kirin ku endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim wê her tim di bîr û dilê gelê Kurd de bi rêzdarî were bîranîn. -
KNK: Em soz didin ku xeyalên Bavê Welat pêk bînin
KNK’ê diyar kir ku ew ê bi hemû hewlên xwe xeyalên Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim ku jiyana xwe ji dest da, ji bo yekrêzî û yekbûna gelê Kurd bi cih bînin. -
PÎK’ê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da
Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) ji ber wefata siyasetmedar Salih Muslim peyama sersaxiyê da. -
Li Montpellierê konferansa ‘paşeroja Rojava’
Li bajarê Montepellierê yê Fransayê konferans û civîneke nîqaşê hatin lidarxistin û geşedanên siyasî yên li Rojava û pêşeroja herêmê hatin gotûbêjkirin. -
Loukaides: Naskirina mafên gelê Kurd ji bo aştiya herêmî girîng e
Li Qibrisê berdevkê partiya AKEL a li parlamentoyê û endamê Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropa Giorgos Loukaides got, parastina modela demokratîk a li Rojava û naskirina mafên gelê Kurd ji bo aştiya herêmê girîng e. -
Platforma Parastina Kurdistanê li Awistirya bi rojeva Rojhilat kom bû
Platforma Parastina Kurdistanê li Awistirya ku ji 21 partî, rêxistin û saziyên ji çar parçeyên Kurdistanê pêk tê, li ser geşedanên şer ên li herêmê li Viyanayê civînekî awarte li dar xist. -
Ji bo rojnamevana winda Eva Maria Michelmann, li Kolnê banga lezgîn hat kirin
Li Kolnê ji bo rojnamevanên li Rojavayê winda bûne, Eva Maria Michelmann û Ahmed Polat, civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Malbat parêzer û rêxistinên çapemeniyê bang li hikûmeta Elmanyayê û saziyên navneteweyî kirin ku çarenûsa rojnamevanan eşkere bibe -
Volkswagen wê li Elmanyayê 50 hezar kesî ji kar derxîne
Volkswagenê diyar kir ku di sala 2025’an de qezenca wê ya net nêzîkî ji sedî 44’an kêm bûye û daketiye 6,9 milyar Euroyî. -
Li Brukselê 8'ê Adarê bi coş hate pîroz kirin
Li Brukselê bi boneya salvegera 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê îsal jî weke her sal bi beşdariya deh hezaran kesî pîrozbahî hate lidarxistin. -
Şehîdên Rojava Xurşîd Mehmûd û Rizgar Fuad li Herneyê hatin bibîranîn
Ji bo Xurşîd Mehmûd (Diyar Qamişlo) û Rizgar Fuad (Şervan Qamişlo) yên ku li Rojava şehîd ketibûn, li bajarê Herne yê Elmanyayê çalakiyeke bi bîr anînê hat lidarxistin. -
Li Amsterdamê bi hezaran jin ji bo wekhevî û azadiyê li kolanan in
8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Amsterdamê bi tevlîbûna bi hezaran bi meşekî hate pîrozkirin. Jinan di çalakiyê de daxwazên xwe yên wekhevî, azadî û piştevaniyê anîn ser ziman û peyamên piştevaniyê bi têkoşînên jinên li herêmên cuda ên cîhanê hat dayîn. -
Li Reimsê meşa 8’ê Adarê: ‘Jin, Jiyan, Azadî’
Li bajarê Reims ê Fransayê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi meşekî bi coş hate pîrozkirin. -
Li Ermenîstanê 8'Adarê hat pîroz kirin
Li paytexta Ermenîstan Êrîvanê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li mala bi şahiyek hat pîroz kirin. -
Rohilat Efrîn: Pêşîniya me ya bingehîn veger û dîl girtî ne
Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn diyar kir ku di pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê de, pêşîniyên wan ên bingehîn vegera li Efrîn û Serêkaniyê û azadkirina dîlan e û got, “Di vê pêvajoyê de rewşa YPJ’ê ji bo me taybet e û nayê nîqaşkirin.”