Li paytexta Swêdê Stockholmê, ji bo çilrojiya sê rewşenbîrên Kurd merasîma bîranînê hate lidarxistin. Mersîm bi pêşengiya Enstituya Kurd û bi tevkariyên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin. Hevserokê Kongra Gelê Remtî Kartal jî tevlî merasîmê bû û axaftinek kir.
Remzî Kartal sersaxiyê ji bo malbatên her sê rewşenbîran xwest. Kartal diyar kir ku ew Mehmet Emîn Bozarslan di salên dibîstana zankoyê de nas kiriye û da zanîn ku wê demê Bozarslan di nava civakê de wekî "Mutfî" dihat naskirin.
Remzî Kartal diyar kir ku Bozarslan ji ber xebat û berhemên xwe hatiye girtin û neçar maye ku derkeve derveyî welat û bilêv kir ku Bozarslan li derveyî welat wekî weqfekî xebitiye û hemû demê xwe daye ziman û wêjeya Kurdî.
Kartal anî ziman ku her sê şexs jî wekî stêrka ronahiyê ne û ew ê her tim bi xizmet û dilsoziya xwe ya bi welatê xwe re bi rêzdarî werin bibîranîn.
Malbatên her sê şexsiyetan jî mafê axaftinê girtin û helbestên wan hatin xwendin. Her wiha kesên wekî Omer Şêxmûs û Keya Îzol jî peyamên xwe parve kirin.