Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 721'an de ye
Nobeta Azadiyê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di hefteya 721'an de dewam dike, vê hefteyê ji aliyê endamên NCKD'ê ya ji Munihê hatin ve hate dewrgirtin.
Nobeta Azadiyê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di hefteya 721'an de dewam dike, vê hefteyê ji aliyê endamên NCKD'ê ya ji Munihê hatin ve hate dewrgirtin.
"Nobeta Azadiyê" ya ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 25'ê Hezîrana 2012'an de hate destpêkirin, gihîşt hefteya 721'an.
Çalakiya ku di navenda saziyên saziyên Ewropayê de dewam dike, her hefte ji aliyê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê jiyan dikin ve, tê dewargirtin.
Berpirsyariya vê heftê ya nobetê endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) ku ji bajarê Munih ê Elmanyayê hatin, girtin.
Di komê de Sînan Ergen, Nurettîn Înce û Bariş Tuncer cih digrin.
Çalakvanan destnîşankirin ku armanca nobetê pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û banga hestiyariyê li raya giştî ya Ewropayê û saziyên navneteweyî kirin.