Li Den Haagê şehîdên Rojava hatin bibîranîn
Li Den Haagê di serî de şehîdên ku pêşengî ji berxwedana Rojava re kirine, hemû şehîdên azadiyê bi çalakiyekî girseyî hatin bibîranîn.
Li Den Haagê di serî de şehîdên ku pêşengî ji berxwedana Rojava re kirine, hemû şehîdên azadiyê bi çalakiyekî girseyî hatin bibîranîn.
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Den Haagê, şervanên ku li Rojava di êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk de şehîd bûne, hatin bibîranîn. Di bîranînê de, di şexsê Haşim Dêrik, Ziyad Heleb, Denîz Çiya û Ehmed Kerkûkî de, ji bo şehîdên şoreşê û azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin.
Di bîranînê de birayê Haşim Dêrik îşaret bi dilsoziya şehîd a bi têkoşînê re kir û diyar kir ku mîrateya wî berdewamkirina têkoşîna azadiyê ye. Her wiha destnîşan kir ku heta ku azadî pêk were wê têkoşîn dewam bike.
Hevseroka PYD'ê Pervîn Yûsif ku di bîranînê de axivî, peyama dilsoziyê bi şehîdan re da û derbarê geşedanên dawî yên Rojava û rewşa heyî nirxandinan kir.
Bîranîn bi pêşendana sînevîzyonê ya derbarê şehîdan de dewam kir û bi dirûşmeyên, "Şehîd Namirin", "Bijî Kurd û Kurdistan" bi dawî bû.