Li Lille’ê Newroz bi beşdariya girseyî û coşeke mezin hat pîrozkirin
Li bajarê Lille ê li bakurê Fransayê, Newroz bi beşdariya bi sedan kesan bi awayekî girseyî û bi coş hat pîrozkirin.
Li bajarê Lille ê li bakurê Fransayê, Newroz bi beşdariya bi sedan kesan bi awayekî girseyî û bi coş hat pîrozkirin.
Çalakiya ku bi pêşengiya Saziya Kurd a Demokratîk a Lille hat lidarxistin, ji saetên sibê ve bi hatina girseyê ya qadê dest pê kir. Qad bi rengên ku sembola Newrozê ne hat xemlandin û pankart û flamayên ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd nîşan didin bal kişandin.
Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Rojek nû, azadî û berxwedan” û “Bijî Newroz” bi caran hatin berzkirin û beşdaran bal kişandin ser wateya dîrokî û civakî ya Newrozê. Hat diyarkirin ku Newroz ne tenê cejna biharê ye, di heman demê de sembola berxwedanê, ji nû ve jidayikbûnê û lêgerîna azadiyê ye.
Di çalakiyê de hunermendên ku derketin ser dikê mohra xwe li pîrozbahiyê xistin. Hunermendê Rojhilatî Nejmedîn Xulamî bi stranên ku gotin kitle coşand, performansa pir-dengî ya Kora Parîsê jî rastî ecibandineke mezin hat. Helbest, Arî û Devrim Azad jî derketin ser dikê û bi berhemên xwe ruhê Newrozê birin qadê. Muzîkjenê Fransî Léa jî bi performansa xwe peyama piştgiriya di navbera gelan de da.
Siyasetmedar Kemal Aktaş ê ku beşdarî pîrozbahiyê bû, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Newrozê û got: “Agirê Newrozê, agirê azadiyê ye ku li dijî zilmê hatiye pêxistin. Heya ku têkoşîna gelê Kurd berdewam bike, ev agir dê her tim geş bimîne.” Axaftin bi caran bi dirûşman hat birîn.
Di seranserê çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana gelan”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Newroz” hatin berzkirin. Di standên ku li qadê hatin avakirin de materyalên çandî, pirtûk û dîtbarîyên cuda cih girtin. Beşdaran derfeta dîtina naverokên çandî û polîtîk bi hev re dîtin.
Bi pêxistina agirê Newrozê re pîrozbahî gihîşt lûtkeyê. Girseya ku li dora agir civiyan, bi girtina govendê û bi stranên ku hatin gotin demeke dirêj pîrozbahî domandin. Bi taybetî beşdariya zêde ya ciwanan bal kişand û govendên bi pêşengiya jinan mohra xwe li çalakiyê xist.
Pîrozbahî bi coşeke mezin û bi tekeziya biryardariyê, bi govend û dirûşman bi dawî bû. Beşdar bi dayîna peyama mezinirina ruhê Newrozê û berdewamkirina têkoşînê ji qadê veqetiyan.