Recep Arslan: Ez ê serketina xwe diyarî gelê xwe bikim

Recep Arslan ji ANF'ê re qala rêwîtiya xwe ya atletîzmê ya ji Wanê heta bi Elmanyayê kir û anî ziman ku ew dixwaze di 12'ê Nîsanê de di Maratona Hannoverê de bibe şampiyon.

RECEP ARSLAN

Atletê ji Wanê Recep Arslan, kariyera xwe ya sporê ku di zarokatiyê de destpê kir, îro li Elmanyayê dewam dike. Arslan ku ji ber astengiyên li Tirkiyeyê lê rast hat neçar ma ku welêt biterikîne, bi nasnameya Kurd têkoşîna xwe ya sporê dike û ji ANF'ê re qala tecrûbeyên xwe yên li Ewropayê kir.

Hûn dikarin xwe destpêkê bidin naskirin?

Navê min Recep Arslan e, ji Wanê me. Ji sala 2010'an û vir ve atletîzmê dikim. Di zarokatiyê de li gel birayê xwe min dest bi sporê kir.

Rêwîtiya we ya atletîzmê ku li Wanê destpê kir, niha li Elmanyayê dewam dike. Çima we atletîzm li Tirkiyeyê dewam nekir?

Li Tirkiyeyê dema ku min spor dikir gelek caran di şampiyoniya Tirkiyeyê de ketim dereceyê lê belê tevlî tîma neteweyî nehatim kirin. Birayê min Cumalî Arslan jî bi heman rengî serketî bû, lê belê di tîma neteweyî de ti carî nehat qebûlkirin. Ya rast, em ji ber nasnameya xwe ya Kurdîtiyê li tîma neteweyî nehatin qebûlkirin. Bivê nevê ev rewş Federasyona Atletîzmê ya Tirkiyeyê aciz dikir. Ji ber ku di atletîzmê de piranî Kurd jî bin kesî nekarî nasnameya xwe bi eşkere bibêje. Federasyon zexteke mezin li sporvanan dike û ji ber vê yekê jî ez û birayê min, ji bo karibin bi nasnameya xwe bi rengekî azad bikevin pêşbirkê em neçar man ku biçin Elmanyayê.

Baş e, serpêhatiya we ya Elmanyayê çawa destpê kir?

Em ji Tirkiyeyê bi rê ketin. Destpêkê hatin Bosna-Hersekê. Ji Bosna-Hersekê jî 12 rojan em meşiyan û gihîştin Elmanyayê. Di aqlê min de tenê spora bi nasnameya xwe hebû. Piştî ku em gihîştin Elmanyayê, li gel birayê xwe min dest bi antremanan kir û tevlî pêşbirkan bûm. Maratona Freiburgê, Maratona Bremenê, Maratona Karlsruhe û di gelek maratonên din de bi ser ketim û min nasnameya Kurd û navê Kurdistanê li her qadê da bihîstin.

Birayê min jî bi heman rengî li Elmanyayê gelek serketin bi dest xist. Federasyona Atletîzmê ya Tirkiyeyê piştî ku ev serketinên me dît, hişyarî da sporvanên Kurd û şîret li wan kir ku kes bi me re neaxivin.

Gelo federasyon ditirsiya ku sporvan ji we bi bandor bibin?

Belê, ji ber ku ez û birayê min em bi nasnameya xwe ya Kurdîtiyê tevlî pêşbirkê bûn, sporvanên Kurd ên li Tirkiyeyê hîn bêhtir xwedî li nasnameya xwe derketin. Vê yekê bandor li nêzîkatiya neteweperest a federasyonê dikir. Dawiya dawî gelek ciwanên Kurd ên ji Bakur hene ku li Federasyona Atletîzmê qeyidkirî ne.

Saziyên Kurdan ên li Ewropayê bi çi rengî nêzî serketinên we bûn?

Em weke sporvanên ciwan ên ji Bakurê Kurdistanê dixwazin hîn bêhtir serketinan bi dest bixin, lê mixabin me ji saziyên Kurdan ên li Ewropayê bi têrkerî piştgirî wernegirt. Her wiha bi xemgînî dikarim bibêjim ku xwe ji piştgiriyê didin aliyekî. Ji bilî Birêz Remzî Kartal û hevserokên dema beriya niha yên KCDK-E'yê kesî piştgirî neda me. Ya cihê xemgîniyê jî ew bû ku hin kulûbên Tirk ên li Elmanyayê xwestin ji me re bibin sponsor. Bêguman me ev qebûl nekir, ji ber ku yekane armanca me temsîlkirina gelê me ye. Hêvîdar im wê rayedarên Kurd ên li Ewropayê piştgiriyê bidin sporvanên Kurd.

Li pêşiya me Maratona Hannoverê heye. Amadekariyên we di kîjan astê de ne?

Nêzî sê meh in ez xwe ji bo Maratona Hannoverê ya mezin a 12'ê Nîsanê amade dikim. Demeke dirêj e ji bo vê pêşbirkê dixebitim û bi serketineke girîng a li vê derê ez ê nasnameya sporvanên Kurd bidim pêş. Birayê min Cumalî Arslan jî 28'ê Adarê di Şampiyoniya Îngilistanê de di 10 kîlometreyan de weke duyemîn serketineke girîng bi dest xist. Ez jî dixwazim li Maratona Hannoverê bibim şampiyon û vê serketina xwe diyarî gelê xwe bikim.

Li pêşiya me hîn gelek şampiyonî heye û ez ê Kurdistanê û gelê xwe bi rengekî xurt temsîl bikim û bi vê rûmetê tevlî van pêşbirkan bibim.