BI DÎMEN

Li Mannheimê 4’ê Nîsanê bi coş hate pîrozkirin.

Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, 77’emîn salvegera rojbûna Rêber Apo bi çalakiyeke bi coş hate pîrozkirin. Bernameya ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan û Meclîsa Gel a Herêmê hate organîzekirin, gelek Kurdistanî beşdar bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre li ser navê meclîsê axaftin hatin kirin û bal hat kişandin ser girîngiya dîrokî û civakî ya 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd. Di axaftinan de her wiha bal hat kişandin ser wateya xeta aştiya civakî û diyaloga gelan a ku Rêber Apo pêş xistiye.

Di berdewamiya çalakiyê de beşdaran bi muzîkê govend gerandin. Di pîrozbahiyê de ku coş her ku çû zêde bû, dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Rojbûna te pîroz be ey Serokê me” demeke dirêj olan dan.

Pîrozbahî bi peyamên yekîtî û piştgiriyê bi dawî bû.