Li Macaristanê hilbijartin: Desthilatdariya Orban di metirsiyê de ye
Hilbijartinên giştî yên li Macaristanê weke dengdaneke krîtîk ji bo siberoja Viktor Orban tê dîtin. Orban 16 sal in li ser desthilatdariyê ye.
Hilbijartinên giştî yên li Macaristanê weke dengdaneke krîtîk ji bo siberoja Viktor Orban tê dîtin. Orban 16 sal in li ser desthilatdariyê ye.
Bang li nêzî 7,5 milyon hilbijêran hate kirin ji bo ji 5 partiyan tercîha xwe bikin, biçin ser sindoqan. Bi sed hezaran hilbijêrên li dervey welêt jî deng bi kar tînin. Sîstema hilbijartinê her çendî li gorî sûdê Fidesz a di desthilatdariyê de be, encam nediyarên mezin di nava xwe de digire.
Anketên serbixwe nîşan didin ku partiya Tisza ya di bin lîdertiya muhafazakar û alîgirê Ewropa Peter Magyar de, li pêş e. Di salên dawî de pirsgirêkên aborî û rexneyên nelirêtiyê, desteka ji bo Orban lewaz kiriye.
Li hemberî vê yekê derdorên nêzî hikûmetê îdîa dikin ku tifaqa Fidesz-KDNP a di bin lîdertiya Orban de, wê hilbijartinê qezenc bike.
Hilbijartin li qada Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û qada navneteweyî ji nêz ve tê şopandin. Serokê DYE’yê Donald Trump û Alîkarê Serok JD Vance, destek dan Orban.