Li Viyanayê rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin
Li paytexta Awusturya Viyanayê 77'emîn rojbûna Rêber Apo bi çalakiyekî hat pîrozkirin.
Li paytexta Awusturya Viyanayê 77'emîn rojbûna Rêber Apo bi çalakiyekî hat pîrozkirin.
Li paytexta Awusturya Viyanayê, bi wesîleya 77'emîn rojbûna Rêber Apo çalakî hate lidarxistin. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştre têkildarî wateya û girîngiya rojê axaftina vekirinê hat kirin. Di axaftina li ser navê tevgera jinan a Awusturyayê de hate diyarkirin ku rojbûna Rêber Apo ne rojbûnekî ji rêzê ye, rojbûna gelekî ye.
Hate destnîşankirin ku bi têkoşîna 50 salî ya Rêber Apo re gelê Kurd ku rastî polîtîkayên qirkirinê hat, ji nû ve derket dîka dîrokê. Hate diyarkirin ku Rêber Apo destkeftiyên girîng li Kurdan û hemû beşên ku azadiyê dixwazin, da qezenckirin û wiha hate gotin, "Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e, azadiya Rêbertî azadiya jinan e, azadiya Rêbertî azadiya zarokan e."
Di çalakiyê de li ser navê PAJK'ê jî axaftin hate kirin û hate diyarkirin ku du zayîn bi hev re tên pîrozkirin. Di axaftinê de hate destnîşankirin ku bi rojbûna Rêber Apo re avakirina PAJK'ê ku wekî peyrewê felsefeya wî tê nirxandin, li dijî tarîtiyê tê wateya ronahiyê.
Piştî axaftinan, sînevîzona li ser dîroka têkoşînê ya Rêber Apo hate nişandan. Piştî sînevîzyonê, beşdaran li ser stranan govendê gerandin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Rojbûna te pîroz be ey Serokê me" hatin berzkirin.
Pîrozbahî bi peyamên yekîtî û piştevaniyê bi dawî bû.