Li Stavropolê tûrnûvaya 4'ê Nîsanê
Li herêma Stavropol ya Rûsyayê, bi beşdariya tîmên ciwanan ên ji deverên cuda ji bo rojbûna Rêberê Apo tûrnûvayeke futbolê hate lidarxistin.
Li herêma Stavropol ya Rûsyayê, bi beşdariya tîmên ciwanan ên ji deverên cuda ji bo rojbûna Rêberê Apo tûrnûvayeke futbolê hate lidarxistin.
Pênc tîmên ji gundên Îzobêlny, Novoaleksandrovsk, Singilêyvsk, Ladovskaya Balka û Nadyonvkê beşdarî tûrnûvayê bûn û weke temaşevan jî gelek kes amade bûn.
Tûrnûva bi armanca pîrozkirina rojbûna Rêber Apo û xurtkirina yekîtiya di navbera ciwanan de hate lidarxistin.
Beriya ku tûrnûva destpê bike Avraman Rêzan axivî, rojbûna Rêber Apo pîroz kir û ji bo organîzekirina tûrnûvayê spasiyên xwe li ciwanan kir. Her wiha Avraman Rêzan bal kişand ser girîngiya sporê ya xurtkirina yekîtiya di navbera civakan de.
Yek ji beşdaran, Rustam Mamedov jî ev yek anîn ziman: “Ev sê sal in ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Ocalan em turnuwaya futbolê organîze dikin. Em dixwazin ji beşdarên îroyîn tîmeke xurt ava bikin û li bajarên din li ser navê Kurdan beşdar bibin.”
Yek ji beşadarekî din ê bi navê Hasan Rustamov jî axivî û ev yek anîn ziman: “Bi vê turnuwayê em yekîtiya xwe nîşan didin. Rêberê me her tim ji me yekîtî xwestiye. Em dizanin ku bi rêya sporê dikare yekîtî û hevaltiyên nû werin avakirin.”
Li gorî encamên dawî, tîma Novoaleksandrovskê di tûrnûvayê de bûye tîma. Tîma Singilêyvskê jî bû ya duyemîn û tîma Ladovskaya Balkayê jî bû ya sêyemîn.
Di dawiya tûrnûvayê de tîmên serketî hatin xelatkirin û çalakî di nava atmosfera şahî û hevaltiyê de bi dawî bû.