Rojbûna Rêber Apo li Parîsê hate pîrozkirin
Li Banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê, rojbûna Rêber Apo bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo azadiya Kurdistanê ye" hate pîrozkirin.
Li Banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê, rojbûna Rêber Apo bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo azadiya Kurdistanê ye" hate pîrozkirin.
Li Banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê bi wesîleya rojbûna 77'emîn a Rêber Apo çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Evîn Goyî pêk hat û bi sedan kes tevlî bûn ku gelek ji wan jin û zarok bûn. Pîrozbahî bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo azadiya Kurdistanê ye" hate lidarxistin.
Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê destp'ê kir û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.
Hevseroka Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê Fevziye Erdemîrcî li pîrozbahiyê axivî û got, "Xeta azadiyê ya ku Rêber Apo afirand îro jî ji bo jinan û hemû gelên bindest yekane rêya rizgariyê ye. Azadiya fîzîkî ya Rêberê me divê êdî pêk were û heta pêkhatina vê jî em ê li qadan bin."
Bi navê Malbatên Şehîdan hamdiye Şahîn rojbûna Rêber Apo pîroz kir.
Piştre li bexçeyê ku ji bo bîranîna Şehîd Evîn Goyî hate çêkirin, pênc gulên ji rengên cuda û şitlê Azalea hatin çandin.
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.