Li Liverpoolê coşa 4'ê Nîsanê

Li Liverpoolê 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo bi çalakiyekî hate pîrozkirin.

Li bajarê Liverpool ê Îngilîstanê di çarçoveya rojbûna Rêber Apo de pîrozbahiyeke hate lidarxistin. Pîrozbahî licLiverpool Kurdish Community Centreyê pêk hat.

Di çalakiyê de sînevîzyona hate pêşandan. Di axaftinên pîrozbahiyê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin. 

Hevberdevka Dîplomasiyê Sahir Riha anî ziman ku raman û têkoşîna Rêber Apo, bi taybet ji bo jinan û gelen bindest rêyekî derketinê pêşkeş dikek. Riha diyar kir ku her roj zêdetir xwedî li daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê derketin û anî ziman ku heta ku ev daxwaz pêk were wê têkoşîn dewam bike. 

Di tevahiya pîrozbahiyê de dirûşmeyên, "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.