Li Parîsê çalakiya 'Eva û Ehmed li ku ye'
Însiyatîfa "Eva û Ehmed li ku ye?" ya ku li Parîsê li hev civiya, daxwaza berdana rojnamevan Eva Maria Michelmann ên ku li Reqayê hatin revandin, kirin.
Însiyatîfa "Eva û Ehmed li ku ye?" ya ku li Parîsê li hev civiya, daxwaza berdana rojnamevan Eva Maria Michelmann ên ku li Reqayê hatin revandin, kirin.
Însiyatîfa "Eva û Ehmed li ku ye?" ya ku li Parîsê xebatê dike, ji bo rojnamevan Eva Maria Michelmann ên ku di 18'ê Çileyê de li Reqayê hatin revandin, careke din çalakî li dar xist.
Însiyatîfa ku li pêşiya stastona metoryê ya Menilmontand a Parîsê standê vekir, belavok belav kir û bi axaftinan raya giştî agahdar kir.
Di daxuyaniya li ser navê însiyatifê de hate diyarkirin ku rojnemevan di dema êrîşan de ji aliyê HTŞ'ê ve hatine revandin û wiha hate gotin, "Her du jî wekî rojnamevan şahidî ji têkoşîna gelen Rojava kirin. Ji ber nasnameyên xwe yên muxalîf hatin girtin. Em aqûbeta Eva û Ehmed dipirsin. Heta ku werin dîtin, wê têkoşîna me dewam bike."
Çalakî bi axaftin û belavkirina belavokan bi dawî bû.