Li gundê Tîmoniyê ji bo Rêber Apo dar hatin çandin
Li Gundê Timoniyê yê girêdayî navçeya Dergeçiyê ya bajarê Saratov ê Rûsyayê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo dar çandin û rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin.
Li Gundê Timoniyê yê girêdayî navçeya Dergeçiyê ya bajarê Saratov ê Rûsyayê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo dar çandin û rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin.
Di çalakiyê de Endama Meclisa Jinan Gorçi Yusubov têkildarî rojbûna Rêber Apo axivî û got: “Rojbûna Rêber Apo, vejînek e. Em vê rojê li hemû gel û jinan pîroz dikin. Rojbûna Rêber Apo, rojbûna gelê azad e. Ji ber wê em ji Rêber Apo re hezkirinên xwe yên bêdawî pêşkêş dikin.’’
Zaroka bi navê Fîrûze Yusubov jî helbesta ku Rêber Apo ji bo zaroka şandibû, bi zimanê Rûsî xwend.
Herî dawiyê jî jin û zarokan bi wesîleya rojbûna Rêber Apo dar çandin û dûrûşmeyên “Bijî Serok Apo” û ‘’Bê Serok jiyan nabe’’ hatin berzkirin.