BI DÎMEN

Li Darmstadtê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê

Li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê û Meclîsa Gel a Herêmê, bi boneya 4’ê Nîsanê çalakiyek hat lidarxistin û rojbûna 77’an a Rêber Apo hat pîrozkirin.

Pîrozbahî ji bo bîranîna şehîdên azadiyê, bi deqeyek rêzgirtinê ya ligel sirûda neteweyî ya Kurd dest pê kir. Piştre Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut axaftinek kir. Zumrut di axaftina xwe de bal kişand ser wate û girîngiya 4’ê Nîsanê û got: “Rojbûna Rêber Apo rojbûna me hemûyan e.” Her wiha Zumrut bal kişand ser pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk a ku Rêber Apo daye destpêkirin û destnîşan kir ku ev pêvajo bi gava mecbûrî ya dewletê pêş ketiye.

DARÊN ZEYTÛNÊ HATIN ÇANDIN Û GOVEND HATIN GERANDIN

Piştî axaftinan, li baxçeyê Rêbertiyê ji aliyê dayikan û gaziyên tevgera azadiyê ve, wekî sembola aştiyê dareke zeytûnê hat çandin.

Bername bi govendên Kurdistaniyan bi dawî bû.