Recep Arslan di Maratona Hannoverê de bi ser ket
Recep Arslan bi yekemîntiya xwe ya di beza 20 kîlometreyî ya li Hanoverê hat lidarxistin re, serketinekî din bi dest xist.
Recep Arslan bi yekemîntiya xwe ya di beza 20 kîlometreyî ya li Hanoverê hat lidarxistin re, serketinekî din bi dest xist.
Recep Arslan ê ji Wanê ku li Elmanyayê jiyan dike, performansa xwe ya serketî xwe ya di bezen dirêj de didomîne. Werzîşvanê ku nêzî 3 sal in li Elmanyayê jiyan dike, bi pîleyên ku di pêşbirkan de bi dest dixe, balê dikşîne.
Arslan herî dawî di beza 20 kîlometreyî ya li Hannoverê hat lidarxistin de, bû yekemin. Arslan di tevahiya pêşbirkê de tempoya xwe parast û hevrikên xwe yên xurt li pey xwe hişt.
Werzîşvanê serketî berê jî li seranserê Elmanyayê pîleyên girîng bi dest xist. Arslan ku di maratonên Bremen û Karlsruhê de bû yekemin, di maratonên nîv ên li Freiburg û Wolfenbuttel de jî di lûtqeyê de cih girt.
Arslan ku bi xebatê xwe yê bi disîplîn û performansa xwe ya bibiryar derket pêş, niha berê xwe daye maratona tam ku wê di 26'ê Nîsanê de li Hamburgê were lidarxistin. Werzîşvanê ku di pêşbirka nû de jî xwedî îdia ye, armanc dike ku serkeftineke nû bi dest bixe.