BI DÎMEN

Li Cenevreyê nobeta 'Ji Rêber Apo re Azadî' di hefteya 271'an de ye

Çalakiya rûniştinê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dewam dike, gihîşt hefteya 271'an.

"Nobeta Azadî ji Rêber Apo re" ku ji 25'ê Çileya 2021'an ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê her Çarşem tê lidarxistin, ev hefte jî dewam kir. 

Kurdistanî û alîgirên wan bang li saziyên navneteweyî kirin ku di mijara azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de berpirsyarî bigrin. 

Çalakî ji bo bîranîna Nûreddîn Sofî, Bextiyar Gabar (Abdulbakî Babur), Sîdar Amed (Nihal Ay) û hemû şehîdên şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. 

Daxuyaniya di çarçoveya çalakiyê de, li ser navê pêngava "Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" Berdevkê Komîteya Cenevreyê Veysel Kuşkanadi xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Aştî bi baskekî nayê bidestxistin. Ji bo çareseriyeke demokratik, gavên şênber şert e."

Her wiha hate diyarkirin ku banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27'ê Sibata 2025'an de kir ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn firsendekî girîng e. 

Di daxuyaniyê de bang li dewleta Tirkiye hat kirin ku ji bo çareseriya demokratik gavên pêbawer û şênber biavêje. 

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê rola Rêber Apo ya di pêvajoya çareseriyê de bi awayekî eşkere û fermî were binavkirin û hate diyarkirin ku serdegirtinên malan, binçavkirin û girtinên di demen dawî de zede bûne, zirarê dide pêvajoya aştiyê.

Di daxuyaniyê de bang li rêveberiya demkî ya li Sûriyeyê jî hate kirin û hate xwestin ku girtiyên Kurd bên berdan. Her wiha daxwaza naskirina statuya YPJ'ê hat kirin. 

Di beşa têkildarî Îranê de jî hate diyarkirin ku zextên li ser Kurdan zêde bûne û banga bidawîkirina polîtîkayên darvekirinê yên li dijî çalakvanên Kurd ên li Îranê hate kirin. 

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku aştî û çareseriya demokratik ne bi yek alî, bi îradeya beramber û gavên şênber pêkan dibe.