BI DÎMEN

Li Tambovê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê

Li bajarê Michurinsk a herêma Tambovê ya Rûsyayê, 4’ê Nîsanê bi çandina şitilên daran û çalakiyên cûrbecûr hate pîrozkirin.

Li bajarê Michurinsk a herêma Tambovê ya Rûsyayê, di çarçoveya çalakiyên 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo de şitilên daran hatin çandin û bernameyek pîrozbahiyê hate lidar xistin. Çalakî li Navenda Çandê pêk hat.

Piştî çandina şitilên daran, gel berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Bername bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir.

Endama Tevgera Jinên Kurd ên li Rûsyayê Fatma Arîn, di çalakiyê de axivî û 4’ê Nîsanê li tevahiya gelê Kurd pîroz kir. Fatma Arîn, di axaftina xwe de bal kişand ser wate û girîngiya vê rojê ya ji bo gelê Kurd.

Piştre, Berpirsyara Meclîsa Jinan a Michurinskê Zemfira Hüseyin, jî axivî û got ku Rojbûna Rêber Apo rojbûna tevahiya gelê Kurd e.

Piştre nameya ku Rêber Apo ji bo zarokan şandibû, bi zimanê Rûsî hate xwendin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” û gerandina govendê bidawî bû.