EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Berlînê 4 şehîd hatin bîranîn: Çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Îsraîlê
Kurdistaniyên li paytexta Elmanyayê Berlînê dijîn, Sema Alp, Mustafa Kurt, Ahmet Acar û Sinan Karakuş ên ku di 17’ê Sibata 1999’an de li ber Konsolosxaneya Îsraîlê bi gulebarana hêzên ewlehiyê hatibûn qetilkirin, bi bîr anîn. -
Mekanîzmaya kontrolê ya navneteweyî şert e
Li gel zanyara siyasetê ya Awûstûryayî Dr. Ewa Ernst-Dziedzic, ji Partiya Karkeran Awami ya Pakistanê û Endama Parlamenta Ewropayê Anna Strolenberg daxwaza parastina mafên Kurdan kirin û destnîşan kirin ku mekanîzmayeke kontrole ya navneteweyî pêwîst e. -
Li Torontoyê komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
Li Torontoyê Kurdistanî û dostên wan, bi meşeke girseyî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin. -
15’ê Sibatê li Sydneyê hate protestokirin
Pêvajoya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêber Apo, bi çalakiyekê li navenda bajarê Sydneyê hat protestokirin; di axaftinan de daxwaza azadiya Rêber Apo û statuya ji bo Rojava hatin ziman. -
Li Hamburgê li ber Der Spiegelê protesto hate lidarxistin
Ji ber weşanên manîpulatîf ên derbarê jinên Kurd ên li Rojava de, li ber avahiya kovara Der Spiegelê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakger ketin hundirê avahiya Der Spiegelê û dosyayek pêşkêşî rayedaran kirin. -
Kenan Ayaz serbest berdan
Çavdêriya Kenan Ayaz a ku li Qibrisê çalak e, ragihand ku siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz piştî girtina nêzî sê salan hat berdan. -
Kurdên Rûsyayê Komploya Navneteweyî şermezar kirin
Kurdistaniyên ku li herêmên cuda ya Rûsyayê dijîn komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêber Apo pêk hat bi çalakî û daxuyaniyan şermezar kirin. -
Ciwanên Kurd ên li Ermenistanê komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin
Ciwanên Kurd ên li Ermenistanê bi wesîleya salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêber Apo hate kirin, çalakiyeke şermezarkirinê lidar xistin. -
Li Londonê bi hezaran kes meşiyan: Dem dema zêdetir xwedîderketina vîzyona Ocalan e
Li Londonê bi hezaran kesên ku bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statû” hatin cem hev, bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” meşiyan û bal kişandin ser girîngiya vîzyona Rêber Apo ya di çareseriya krîza Rojhilata Navîn de. -
Li Hannoverê bi sedan kes êrîşên li ser Rojava protestokirin
Bi sedan Kurdistanî tevlî meşa ku di pêşengiya PYD’ê de li Hannoverê hate lidarxistin bûn û bal kişandin ser êrîşên li ser Rojava û komkujiyên li herêmê. -
Çalakvanên Strasbourgê Komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin
Çalakvanên ku di hefteya 714’an de Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê dewr girtin, Komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re anîn ser ziman. -
Li Helsînkî meşa dirêj a li dijî komployê
Li paytexta Fînlandiya Helsînkî ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya 15 Sibatê li ser Rêber Apo meşa dirêj hate lidarxistin. -
Li Atîna û Lyonê meşên 15’ê Sibatê: Wê têkoşîna li dijî komployê dewam bike
Li bajarê Atîna yê Yewnanîstanê û bajarê Lyon ê Fransayê, di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de meş hatin lidarxistin. Di çalakiyan de daxwaza ji Rêber Apo re azadî û ji Rojava re statu derket pêş. -
Li Bordeauxsê Komploya 15’ê Sibatê hat protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi armanca protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêber Apo, li hev civiyan. -
Mazlum Abdî û Îlham Ahmed bi Fuad Hisên re civiyan
Di hevdîtina Mazlum Abdî û Îlham Ahmed a li Munîhê ya bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên re; mijarên paşeroja Sûriyeyê û girîngiya parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin axaftin. -
Li Delhî ya Nû daxwaza ji bo azadiya Rêber Apo
Li paytexta Hindistan Delhî ya Nû, di salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî de komekê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî kir. -
Li Ermenistanê komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin
Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêber Apo hate kirin, li Ermenistanê hate şermezarkirin. -
Merz: Me betlaneya xwe ya dûrî dîroka cîhanê bidawî kir
Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz, di axaftina xwe ya li Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de got ku Ewropa ketiye qonaxeke nû. Merz, diyar kir ku serdema ku Ewropa ji siyaseta cîhanê dûr man, bi dawî bûye. -
Di salvegera komployê de li Qibrisê meşa dirêj
Gelê Kurd û dostên wan ênl i Qibrisê ji ber salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo bi dirûşma "Azadî ji Rêber Apo, statu ji Rojava re" meşeke dirêj dan destpêkirin. -
Parlamenter Charishma Kaliyanda êrişên li ser Rojava xist rojeva Meclîsê
Parlamentera Partiya Karker a Awûstarlyayê Charishma Kaliyanda êrişên li ser Rojava xist meclîsê. -
Li Barcelona li dijî êrîşên Rojava û komploya navnetewî çalakiya şermezarkirinê
Li paytexta Katalonya Barcelonayê ji şermezarkirina êrîşên li ser Rojava û komploya 15’ê Sibatê meşeke girseyî pêk hat. -
Li Viyana, Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê hat protestokirin.
Li paytexta Awusturya Viyanayê li dijî komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo pêk hat, çalakiya şermazerkirinê hat lidar xistin. alakî li ber Parlamentoyê dest pê kir û li ber Konsolosxaneya DYA'yê bi dawî bû. -
Li Brukselê li dijî rejîma Îranê xwepêşandana mezin: Ji darvekirinê re na!
Li Brukselê, li dijî polîtîkayên zext û darvekirinê yên rejîma Îranê ji aliyê gelek partiyên Kurdistanî û alîgirên demokrasiyê ve meşekî girseyî hate lidarxistin. -
Li Zurîhê çalakiya ‘Girtîgehên Tîpa Bîrê bila bêne girtin’
Di çalakiya ku bi banga Platforma Piştevaniya bi Girtiyan re li Zurîhê hat li dar xistin de, girtîgehên tîpa bîrê yên li Tirkiyeyê û pêkanînên tecrîda giran hatin protestokirin. Girseyê banga azadiya ji bo girtiyan û dawî anîna li îşkenceyê kir. -
Li Nantes û Milanoyê meşên li dijî komploya 15’ê Sibatê
Kurd û dostên wan li Nantes û Milanoyê, di salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo de daketin qadan û daxwaza ji Rêber Apo re azadî û ji Rojava re statu dubare kirin.