BI DÎMEN

Li Ermenistanê agirê Newrozê hat pêxistin

Li herêmên Armawîr û Elegezê yên Ermenistanê agirê Newrozê hatin pêxistin.

Li gundê Araks ê herêma Armawîr û li gundê Dêrik ê herêma Elegezê ya Ermenistanê agirê Newrozê hatin pêxistin.

Endamê Komîteya Kurdistanê Milo Kelaşyan li ser wateya Newrozê axivî.

Kelaşyan got, "Em yekîtiya Newrozê ya gelê Kurd li Rêber Apo, hemû şehîdên azadiyê, gerîla û gelê Kurd pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, yekîtiya gelê Kurd û em dixwazin sala bê li welatê xwe Newrozê bi Rêber Apo re pîroz bikin."

Gel li dora agirê Newrozê govend gerand û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava" û "Newroz pîroz be" berz kirin.

Pîrozbahiya navendî ya Newrozê wê 22’yê Adarê saet di 12:00’an de li Êrîvanê were lidarxistin.