Newroza dîrokî li Frankfurtê: Rebstockpark tije bû

Li bajarê Frankfurtê yê Elmanyayê, pîrozbahiya Newrozê bi beşdariya rekor pêk hat. Di pîrozbahiyên ku tevahiya rojê li Rebstockparkê berdewam kirin de, Kurdistanî bi nîşandanên çandî û sembolên ku hatibûn hilgirtin, peyama yekîtiya neteweyî dan.

Pîrozbahiyên Newrozê yên ku îsal li Frankfurtê hatin lidarxistin, wekî yek ji çalakiyên herî bi heybet ên Ewropayê derket pêş.

Di pîrozbahiyên ku bi şîara "Yekîtiya neteweyî û piştgirî" hatin lidarxistin de, Rebstockpark bû şahidê beşdariya herî qerebalix a dîroka xwe. Tevî ku kapasîteya qadê hatibû zêdekirin jî, ji ber eleqeya mezin a Kurdistanî û dostên wan, park bi tevahî tije bû û pîrozbahî ber bi qadên derdorê ve çû.

Li Frankfurtê ku bi salan e navenda fînalên Newrozê ye, beşdariya îsal ji hemû salên berê borî. Bi konên ku li derdora parkê hatibûn vedan û qerebalixa li qada derve, çalakî tevahiya rojê dom kir. Bi taybetî beşdariya ciwan û jinan, atmosferekî dînamîk da pîrozbahiyan.

Li qadê sembolên ku hem Tevgera Azadiya Kurd û hem jî tifaqa Kurdistanî temsîl dikin cih girtin û alayên YPG û YPJ’ê hatin hildan. Dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" gelek caran hatin berzkirin.

JI KARAMUS REWŞA TIFAQA KURDISTANÎ

Bername bi axaftina Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus berdewam kir. Karamus di axaftina xwe de bal kişand ser tifaqa Kurdistanî ya ku bi êrîşên li ser Rojava re derketiye holê û berxwedana gelê Kurd a li çar aliyê cîhanê. Karamus destnîşan kir ku divê gelê Kurd bi yekîtiyê tevbigere û diyar kir ku ev pêvajo xaleke werçerxa ya dîrokî ye.

Piştî axaftinê, peyama vîdyoyî ya Şaredara berê ya Frankfurtê Nargess Eskandari-Grünberg hat nîşandan. Di çalakiyê de hunermend Dilo Doxan derket ser dikê û peyama ku Rêber Apo şandibû bi tirkî û kurdî hat xwendin. Peyam bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û çepikan hat pêşwazîkirin. Piştre Tîtalê Fevzo bi performansa xwe pîrozbahî domand.

PEYAMA FERMANDARA YPJ'Ê: EM DESTKEFTIYAN BIPARÊZIN

Fermandara YPJ'ê Rohilat Efrîn di axaftina xwe de destnîşan kir ku Newroz ji bo gelê Kurd ne tenê cejneke, sembola vejîn û berxwedanê ye. Rohilat Efrîn behsa geşedanên li çar parçeyên Kurdistanê kir û diyar kir ku divê destkeftî werin parastin û vîna gelan bibe esas.

Pîrozbahî bi axaftina Bodo Ramelow li ser navê Partiya Çep (Die Linke) berdewam kir. Piştre nûnerên PJAK, Goran û YNK’ê derketin ser dikê û peyamên xwe yên Newrozê parve kirin. Li ser navê Partiya Sosyal Demokrat a Elmanyayê (SPD) jî Kaweh Mansoori axaftinek kir.

BI MUZÎK Û GOVENDÊ BI DAWÎ BÛ

Newroz bi derketina koma govendê û muzîka hunermend Rojda û Mustafa Demir coşa xwe domand. Girseya ku qad tije kiribû, bi stranan govend gerandin û ruhê berxwedan û yekîtiya Newrozê nîşan dan. Newroza Frankfurtê wekî yek ji pîrozbahiyên herî qerebalix ên Ewropayê derbasî dîrokê bû.