Li Sheffieldê pîrozbahiya Newrozê
Li bajarê Sheffield ê Ingilîstanê Newroz bi coş hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de peyamên berxwedanê derketin pêş.
Li bajarê Sheffield ê Ingilîstanê Newroz bi coş hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de peyamên berxwedanê derketin pêş.
Li bajarê Sheffield ê Ingilîstanê Newroz bi tevlîbûna nêzî hezar kesan bi coş hate pîrozkirin. Pîrozbahiya ku bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Sheffieldê hat lidarxistin, ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê, li qadê gelek caran dirûşmeyên “Bijî Newroz”, “Jin, Jiyan, Azadî” ve “Gelê Kurd yek e” hatin berzkirin.
Di pîrozbahiyê de endamê Meclîsa Gel a Sheffieldê Zerdeşt Horamî axivî. Horamî destnîşan kir ku Newroza îsal wê bibe Newroza “Azadî û yekîtiyê.” Di axaftinê de îşaret bi karekterê dîrokî û berxwedêr a Newrozê hate kirin û di şexsê Sema û Mazlûman de berxwedana fedayî ya kesên ku di oxira Newrozê de cane xwe dane ber agir hate bi bîr anîn.
Her wiha hate diyarkirin ku yek jî daxwazên bingehîn ên gelê Kurd azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û hate bilêvkirin ku ev Newroz wê bibe destpêka pêvajoya têkoşînê ku zêdetir xwedî li daxwaza navborî were derketin.
Piştî axaftinê, li qadê stranên Newrozê hatin lêxistin û beşdaran govendê gerandin. Di berdewamiya pîrozbahiyê de bi pêşengiya Komuna Jinan a Sheffieldê agirê Newrozê hat pêxistin.
Di tevahiya pîrozbahiyê de ruhê yekîtî û berxwedanê derket pêş.