BI DÎMEN

Li Kielê Newroz bi coş hat pîrozkirin

Kurdistaniyên li Kielê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de banga yekîtiyê hat kirin û bal kişandin ser girîngiya berxwedan û têkoşîna Newrozê.

Kurdistaniyên li bajarê Kiel ê Elmanyayê pîrozbahiya ku saet 16:00’an de li dar xistin, bi coş pîroz kirin. 

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre Hevseroka Meclîsa Gel a Kielê Gîzem Tanirgan li ser girîngiya dîrokî û çandî ya Newrozê axivî.

Tanirgan diyar kir ku Newroz ne tenê cejnek e, di heman demê de sembola têkoşîn û berxwedanê ye. Tanirgan destnîşan kir ku pêvajoya heyî ji bo Kurdan derfetên girîng vedihewîne û bal kişand ser girîngiya yekîtiyê.

Piştî axaftinan, pîrozbahî bi berzkirina dirûşme û gerandina govendê berdewam kir. Pîrozbahi heta saet 20.00’an bi coş berdewam kir.