Kurdistaniyên ku ji bajarên cuda ên Elmanyayê civiyan, bi cil û bergên xwe yên gelêrî, sembolên têkoşîna azadiya Kurdistanê û alên YPJ û YPG’ê ketin qada pîrozbahiyê. Girseya gel a berê xwe da qada pîrozbahiyê, gelek caran dirûşemeyên “Bijî Serok Apo”, “Gerîlla”, “Jin Jiyan Azadî” û “Yekîtiya Gelê Kurd” berz kirin.
QADA NEWROZÊ VEGUHERÎ ATMOSFERA FESTÎVALÊ
Gırseya ku li qadê kom bû, li gel gerandina govendan, berzkirina dirûşmeyan û stranan coşa Newrozê dijîn û li gel konên ku li qada pîrozbahiyê û derdora wê hatine danîn Newroz weke festîvaleke mezin tê pîrozkirin.
Bername bi berzkirina dirûşmeya ‘’Bijî Serok Apo’’ û xwedina sirûda ‘’Ey Reqîb’’ dest pê kir.
Piştre Koma Zarokan derket ser dikê. Piştre jî Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok û li ser nav TJK-E’yê Aten Kaplan li ser navê komîteya amadekar axivîn.
Ayten Kaplan di axaftina xwe de diyar kir ku gelê Kurd Kurd bi bedlên mezin Newroz gihandiye roja îroyîn û got: ‘’Ez Newrozê li gel bîranîna Mazlûm, Zekiye, Ronahî û gelek lehêngên din pîroz dikim.’’
Piştre Kerem Gok axivî, Newroz pîroz kir û diyar kir ku berxwedana gelê Kurd a di pêşengtiya Rêber Apo de hate nîşandan mohra xwe li Newroza îsal xistiye. Kerem Gok bang li hikûmeta Elmanyayê kir û ev yek anîn ziman: ‘’Rêbertî di 27’ê Sibatê de pêngaveke dîrokî avêt. Hikûmeta Elmanyayê jî peyameke ku piştgirî dida vê pêngavê parve kiribû. Divê hikûmeta Elmanyayê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd zextê li Tirkiyeyê bike û helwesta çareseriyê nîşan bide.’’
COŞ LI GEL HUNERMEND JALA BERDEWAM DIKE
Pîrozbahıya Newrozê li gel performansa hunermend JALA berdewam dike. Beşdarvan, li gel stranên tên gotin û govendên tên gerandin coşa Newrozê mezintir dikin û didomînin.