Li Saarbruckenê zêdetirî hezar kes bi meşaleyan daketin kolanê
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê zêdetirî hezar kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Di pîrozbahiyê de meşeke meşaleyî hat lidarxisti û agirê Newrozê hat pêxsitin.
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê zêdetirî hezar kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Di pîrozbahiyê de meşeke meşaleyî hat lidarxisti û agirê Newrozê hat pêxsitin.
Li Saarbruckenê bi beşdariyeke girseyî Newroz bi coş hat pîrozkirin. Bernameya ku ji aliyê civaka Kurd a Saarlandê ve hat lidarxistin saet 17.00’an de li Landwehrplatzê dest pê kir. Zêdetirî hezar kes beşdarî meşa meşaleyî ya ku di çarçoveya pîrozbahiyan de hat lidarxistin bûn.
Di dema meşê de meşale hatin pêxistin û dirûşmeyên "Bijî Newroz", "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Bijî yekîtiya gelê Kurd" û "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin. Meş ji Landwehrplatzê heta Burgerparkê berdewam kir. Şêniyên herêmê eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dan.
Girse li dora agirê Newrozê ya ku li Burgerparkê hatî pêxistin kom bûn ûNewroz pîroz kirin. Hunermend û komên muzîkê di çarçoveya bernameyê de stran gotin. Girse bi stranên Diyar Gerila û Koma Newda coşiya.
Şahî heta saetên êvarê bi stran û gerandina govendê berdewam kir.