Li Heilbronn û Aachenê coşa Newrozê
Li bajarên Heilbronn û Aachen ên Elmanyayê bi sedan kes ji bo pîrozbahiyên Newrozê kom bûn. Agirên ku ji aliyê dayikên şehîdan ve hatin pêxistin û meşên meşaleyî mohra xwe li şevê dan.
Li bajarên Heilbronn û Aachen ên Elmanyayê bi sedan kes ji bo pîrozbahiyên Newrozê kom bûn. Agirên ku ji aliyê dayikên şehîdan ve hatin pêxistin û meşên meşaleyî mohra xwe li şevê dan.
Li bajarên Heilbronn û Aachen ên Elmanyayê bi beşdariya sedan kesî Newroz bi coş hat pîrozkirin.
HEILBRONN
Pîrozbahî li Qada Theresienwiese pêk hat. Pîrozbahiya ku bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên Elman beşdar bûn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê, ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Heilbronn (DKTM) ve axaftin hat kirin. Di axaftinê de bal kişand ser wate û girîngiya Newrozê û li ser pêwîstiya yekîtiya neteweyî hat rawestandin. Di pîrozbahiyê de peyama ji Kobanê hatibû şandin hat xwendin.
Agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate pêxistin, û bi stranên hunermendan berdewam kir. Beşdaran heta dernegiya şevê li dora agir govend gerandin.
AACHEN
Bi sedan kes li ber Elisenbrunnenê kom bûn û bi meşaleyan meşiyan.
Di meşê de dirûşmeyên "Newroz pîroz be", "Bijî berxwedana Rojava", "Gelê Kurd yek e" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Girseya ku li qadê kom bû li ber stranan govend gerandin.
Newroz lu her du bajaran bi peyamên yekîtî, hevgirtin û berxwedanê hat pîrozkirin.