Li Swîsreyê Newroza bi heybet: Ji Rojava heta Rojhilat peyama yekîtî û azadiyê

Di Newroza ku li Swîsreyê hat lidarxistin de, zêdetirî 10 hezar Kurdistaniyan û dostên wan hatin cem hev. Ji qadê bangên yekîtî, azadî û têkoşîna hevpar bilind bûn.

Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê yên li Swîsreyê dijîn û dostên wan, ji bo pîrozkirina Newrozê li Zurîhê hatin cem hev. Ji saetên serê sibehê ve bi hezaran kesên ku ji bajarên cihê yên Swîsreyê ketin rê, li Hartrum Areal a Zurîhê civiyan û cejna biharê, berxwedan û vejînê bi coşeke mezin pîroz kirin.

Di pîrozbahiyên Newrozê de ku zêdetirî 10 hezar kes beşdar bûn, peyamên yekîtî û daxwaza azadiya Rêber Apo mohra xwe li qadê xist. Di nava rojê de li qadê her car diruşmên “Bijî Serok Apo” û “Yek e Yek e Kurdistan Yek e” bilind bûn; bi taybetî peyamên piştgiriyê yên ji bo Rojava û Rojhilat derketin pêş.

CDK-S: DIVÊ RÊBER APO AZAD BIBE

Newroz bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna şoreşê dest pê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokên Navendên Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) Dilan Çetinkaya û Cemal Ozdemir ve hat kirin. Axêveran bal kişandin ser mîsyona dîrokî ya Newrozê û diyar kirin ku ev cejn bi sedsalan e yek ji sembolên herî bihêz ên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Wan anî ziman ku îro jî ev ruh bi yekîtî, piştgirî û têkoşîna hevpar a gel tê jiyandin.

Di axaftinan de her wiha bal hat kişandin ser perspektîfa çareseriya demokratîk a ku Rêber Apo pêş xistiye û pêvajoya hatiye destpêkirin; girîngiya çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk hat destnîşankirin. Di vê çarçoveyê de hat gotin ku azadiya Rêber Apo hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn mifteya pêşerojeke demokratîk e.

BAL HATE KIŞANDIN LI SER YEKÎTÎ Û PIŞTGIRİYA ROJHILAT

Piştî axaftina Hevserokan, nûnerên PYD, YNK û PJAK’ê jî Newroz pîroz kirin û dest bi axaftinên xwe kirin. Di axaftinan de hat gotin ku geşedanên li Rojhilata Navîn ji bo gelê Kurd fersendên nû yên siyasî û civakî afirandine. Hat destnîşankirin ku di vê pêvajoyê de helwesta hevpar a Kurdan û yekbûna li dora yekîtiya neteweyî xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Nûneran diyar kirin ku têkoşîna azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê nayê ji hev qutkirin û gotin ku divê bi taybetî geşedanên li Rojhilat ji nêz ve werin şopandin û xwedî lê werin derketin. Hat gotin ku mezin kirina piştgiriyê û xurtkirina têkoşîna hevpar li her derê, wê ji bo veguhertina demokratîk a herêmê diyarker be.