Agirê Newrozê li Sydneyê hate vêxistin
Li bajarê Sydney yê Awistralyayê, Newroz bi beşdariya girseyî û çalakiyên bi coş hat pîrozkirin. Agirê ku ji aliyê çar jinên kurd ve hat vêxistin, peyama yekîtiya neteweyî da.
Li bajarê Sydney yê Awistralyayê, Newroz bi beşdariya girseyî û çalakiyên bi coş hat pîrozkirin. Agirê ku ji aliyê çar jinên kurd ve hat vêxistin, peyama yekîtiya neteweyî da.
Kurdistaniyên ku li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Sydneyê kom bûn, bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Agirê Newrozê, ji bo temsîliyeta yekîtiya neteweyî, ji aliyê çar jinên kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê ve hat vêxistin.
Di çalakiyê de peyama Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dengê wî hat guhdarkirin. Hevserokê NCDK’ê Timur Tatvan di axaftina xwe de bal kişand ser kevneşopiya berxwedanê ya Newrozê û got: “Agirê ku Mazlum Dogan li zindana Amedê vêxist, îro di destê milyonan de veguherî meşaleyeke ku qet venamire.”
Senatorê Partiya Keskan a Awistralyayê David Shoebridge jî beşdarî pîrozbahiyê bû û wiha got:
“Ji bo min cihê kêfxweşiyê ye ku ez vê êvarê li vir bi civaka kurd re Newrozê pîroz dikim. Ez Newroza we hemûyan pîroz dikim. Ez hêvî dikim Newroz ku serkeftina ronahiyê ya li dijî tariyê ye, bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan da ku pêvajoya çareseriya demokratîk di şert û mercên azad de bimeşîne. Ez hêvî dikim ev sal bibe sala ku gelê kurd mafê xwe yê diyarkirina qedera xwe bi dest bixe.”
Hevserokê Federasyona Civaka Demokratîk a Kurd a Awistralyayê Brûsk Ayverî jî di axaftina xwe de daxwaz kir ku Newroz ji bo her çar parçeyên Kurdistanê azadiyê bîne.
Piştî axaftinan, girseya ku li dora agirê Newrozê kom bû, bi muzîkê re govend gerandin û pîrozbahî heta derengiya şevê berdewam kir. Di çalakiyê de ku atmosfereke pir bi coş lê hebû, peyamên yekîtî, piştgirî û azadiyê derketin pêş.