BI DÎMEN

Li Stockholmê Newroza dîrokî: Yekîtiya neteweyî pêk hatiye

Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Stockholmê bûn. Di hemû peyaman de hate ragihandin ku yekîtiya neteweyî ya Kurd pêk hatiye.

Pîrozbahiya Newrozê ya li paytexta Swêd Stockholmê bi beşdariya deh hezar kesî pêk hat. Li gel alên YPG û PJAK'ê posterên Rêber Apo li salonê hatin hildan. Pîrozbahiyê bi sirûda 'Ey Reqîp' destpê kir.

Di destpêka pîrozbahiyê de Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Skandînavyayê Menîce Yîgît axivî û anî ziman ku ew di pêvajoyeke krîtîk a li Kurdistanê û Rojhilata Navîn Newrozê pêşwazî dikin. Menîce Yîgît diyar kir ku wan li Skandînavyayê bi dehan salan gelek caran Newroz pîroz kirin, lê belê di Newroza îsal de gelê Kurd ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye.

Nivîskar û şoreşger Fûat Kav jî beşdarî pîrozbahiyê bû û got, "Em dixwazin Newroz ji niha û pê ve bibe sembola aştî û xwişk-biratiyê. Em dixwazin Newroza îsal bibe Newroza azadiya Rêber Apo. Ji bo aştî, xwişk û biratiyê ev yek şert e."

Fûat Kav ragihand ku wezîfeyên gelekî girîng dikeve ser milê gelê Kurd û wezîfeya herî meizn jî yekîtiya neteweyî ye.

Fûat Kav Newroz li tevahiya Kurdistanê, Rêber Apo û şervanên azadiyê pîroz kir.

Nûnera Platforma Kurdên Anatoliya Navîn Zahîde Yildirim jî anî ziman ku gelê Kurd bi parastina çanda xwe gihîştiye vê astê û hêvî kir ku Newroz aştiyê bi xwe re bîne.

Nûnerên partiyên siyasî yên li Swêdê, Suryanî û Elewiyan jî di pîrozbahiya Newrozê de peyam dan. Parlamenter Daniel Riazat jî Newroza gelê Kurd pîroz kir û anî ziman ku ew piştgiriyê dide berxwedana li Rojava û Rojhilat û daxwaza azadiya Rêber Apo kir.

Ji PJAK'ê Gafûr Çiyako jî bal kiaşnd ser yekîtiya neteweyî û got, "Em bi serbilindî, bi rûmeta xwe dixwazin li welatê xwe azad bijîn. Di rewşa heyî de me yekîtiya xwe ya neteweyî pêk anîne. Dilê me bi qasî Rojava ji bo Rojhilat jî lê dide. Bila cîhan zanibe ku gelê Kurd hêza wekîl a kesî nîne, lê belê em rejîma Îranê jî qebûl nakin. Di çarçoveya neteweya demokratîk de em mafên xwe yên neteweyî dixwazin."

Di pîrozbahiyê de Hîvron û Nûarîn jî di nav de gelek hunermend derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Kurdên yarsan û Hewramî bi kincên xwe yên gelêrî reng dan pîrozbahiyê.