BI DÎMEN

Li Romayê di Newrozê de banga 'Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re'

Li paytexta Îtalya Romayê Newroz bi coş hate pîrozkirin û banga "Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re" hate kirin.

Li paytexta Îtalya ROmayê, Newroz li Navenda Çanda Kurd a Araratê hate pîrozkirin. Kurd û dostên wan ên li Roma û bajarên derdorê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiyê saet di 17:00 de bi dirûşma "Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re" destpê kir.

Girseya gel bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo şehîdên şoreşê dest bi çalakiyê kir û hevserokên Navenda Çanda Kurd a Araratê beşdar silav kirin.

Destpêkê koma zarokan a dansê ya bi navê La Murga derkete ser dikê. Piştre jî ji Napoli koma Zezi hunera xwe pêşkêş kir.

Hunermend Kemal Aktaş li pîrozbahiyê axivî û anî ziman ku banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo di Newroza 2026'an de li seranserê Kurdistanê deng veda.

Piştî axaftinê li sînevîzyona têkildarî Newrozê hate temaşekirin û li dora êgir govend hate gerandin. Pîrozbahiyê bi stranên Ergîn Xelîkan dewam kir.