Li Atînayê coşa Newrozê: 2026 wê bibe sala azadiyê
Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi beşdariya bi sedan kesî Newroz hate pîrozkirin. Yekîtî û azadî di pîrozbahiyê de li pêş bû.
Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi beşdariya bi sedan kesî Newroz hate pîrozkirin. Yekîtî û azadî di pîrozbahiyê de li pêş bû.
Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi sedan Kurdistanî li gel dostên xwe li ser Girê Strefi Cejna Newrozê bi coşeke mezin pîroz kirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan bernameyê destpê kir û peyama Newrozê ya Rêber Apo hate xwendin.
Pîrozbahiyê bi stranên hunermend Rotînda destpê kir. Girseya gel dirûşmên "Bijî Newroz", "Bijî Berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" qîriya.
Bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Îsmet Akkûrt axivî, işaret bi destketiyên li çar parçeyên Kurdistanê kir ku bi têkoşîn û berxwedanê hatin bidestxistin û li hemberî gefên heyî banga xwedîderketina li van destketiyan kir. Akkûrt destnîşan kir ku Newroza sala 2026'an wê ji bo gelê Kurd bibe sala azadiyê.
Bi navê DKP-BOG'ê Ecevît Pîroglû axivî û destnîşan kir ku tifaqa stratejîk a bi gelê Kurd re wê dewam bike û got, "Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd azad nebe kes azad nabe."
Di çalakiyê de peyama çalakgerê greva birçîbûnê aristotalis Chatiz ê Malên Penaberan ên Dagirkirî (prosfygika) hate xwendin.
Pîrozbahî bi gerandina govendê ya li dora êgir, muzîk, dirûşm û fîşekên hewayî heta derengiya şevê dewam kir.