Lorenzo Orsetti li Milanoyê hat bîranîn: Têkoşîna wî rê nîşan dide
Li bajarê Milano yê Îtalyayê, Lorenzo Orsetti (Tekoşer Piling) yê ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de li Rojava şehîd ketibû, bi çalakiyekê hat bîranîn.
Li bajarê Milano yê Îtalyayê, Lorenzo Orsetti (Tekoşer Piling) yê ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de li Rojava şehîd ketibû, bi çalakiyekê hat bîranîn.
Bi banga komîteya çandê ya “Cinema Azad” a di bin banê Komeleya Konfederalîzma Demokratîk a Milano Kurdistanê (Associazione Confederalismo Democratico Milano Kurdistan) de, ji bo Lorenzo Orsetti çalakiyek bîranînê hat lidarxistin.
Di çalakiya ji bo Orsetti yê ku di sala 2019’an de beşdarî Şoreşa Rojava bûbû û di şerê li dijî DAIŞ’ê de şehîd ketibû û bi navê Tekoşer Piling dihat naskirin; nûnerên komeleyê, enternasyonalîstên Îtalyan, nûnerên Federasyona Anarşîst a Îtalyayê û bavê Orsetti amade bûn.
Di axaftinan de bal hat kişandin ser çûyîna Orsetti ya Rojava, beşdarbûna wî ya di şoreşê de û têkoşîna wî ya li eniyên herî pêş; hat destnîşankirin ku rawestana wî ya enternasyonalîst xwedî wateyeke sembolîk e. Hat bîranîn ku Orsetti di sala 2018’an de di parastina li dijî êrîşên li ser Efrînê de cih girtiye û di Adara 2019’an de, di dema pêvajoya rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ’ê de, di şerê li Baxozê de şehîd ketiye.
Di çalakiyê de belgefîlma bi navê “Tekoşer, Il Partigiano Orso” ya ku li ser jiyana Orsetti hatibû amadekirin, hat nîşandan. Di dema nîşandanê de kêliyên bi hestiyar hatin jiyîn û beşdaran dilsoziya xwe ya bi bîranîna Orsetti re anîn ziman.
Bîranîn bi van gotinên Orsetti bi dawî bû:
“Her bahoz bi dilopek baranê dest pê dike. Hûn jî hewl bidin bibin wê dilopê. Ez ji we hemûyan hez dikim.”