Li Liverpoolê agirê Newrozê hate dadan
Li bajarê Liverpool ê Înglandê Newroz bi beşdariyeke zêde hate pîrozkirin.
Li bajarê Liverpool ê Înglandê Newroz bi beşdariyeke zêde hate pîrozkirin.
Li Liverpoolê di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de agirê Newrozê hat dadan. Di çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Liverpoolê hat lidarxistin de beşdariyeke zêde hebû û li qadê peyamên coş û yekîtiyê derketin pêş.
Beriya vêxistina agir di axaftinekê de hat destnîşankirin ku Newroza îsal dê bibe “Newroza azadî û yekîtiyê”. Di axaftinê de bal hat kişandin ser wateya dîrokî ya Newrozê û behsa berxwedana kesên mîna Sema û Mazluman ku di oxira Newrozê de bedenên xwe dabûn ber agir hat kirin.
Di axaftinê de her wiha hat diyarkirin ku misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan yek ji daxwazên bingehîn ên gel e û hat îfadekirin ku Newroz dê bibe pêvajoyeke ku ev daxwaz hîn bi xurtî bibe xwedîderketin.
Di axaftinên ku di çalakiyê de hatin kirin de hat destnîşankirin ku divê têkoşîna rêxistinkirî were mezin kirin û banga yekîtî û piştgiriyê hat kirin. Hat diyarkirin ku Newroz ne tenê cejneke, di heman demê de sembola berxwedan û lêgerîna azadiyê ye.
Piştî axaftinan, agirê Newrozê ji aliyê zarokên ku unîformayên YPG û YPJ’ê li xwe kiribûn ve hat dadan. Bi geşbûna agir re girseya li qadê dest bi govendê kir û pîrozbahî berdewam kir.
Hat dîtin ku piranîya beşdarên çalakiyê kincên herêmî li xwe kirine û Newroz bi ruhekî hevdîtina çandî û civakî hatiye pîrozkirin.