Li Fînlandiyayê cejna Newroz û Remezanê hat pîrozkirin
Li paytexta Fînlanda Helsînkî cejna Newrozê û Remezanê bi hev re hat pîrozkirin.
Li paytexta Fînlanda Helsînkî cejna Newrozê û Remezanê bi hev re hat pîrozkirin.
Bi boneya cejna neteweyî ya Kurd Newrozê, Kurdên Helsînkî û bajarên derdor agirê Newrozê pêxistin.
Gel hem ji ber cejna Remezanê û hemdem cejna Newrozê serdana gora Şehîd Kendal ku berî çend salan jyana xwe li Fînlandiya ji dest dabû kirin. Piştî serdana goristanê gel li bajarê Espoo li cihê agirê Newrozê kom bûn.
Amadekarî ji bo agirek mezin hatibû kirin lê polîsê Fînlandiya ji ber sedema çend hincetên siruştî rê nadan agirê mezin bê pêxistin. Gel jî bi neçarî agirek biçûk pêxistin. Peyam li ser wateya Newrozê hatin dayîn û piştra pîrozbahî le dora agir bi dîlan û mûzîka Kurdî berdewam kir.