Li Viyana, Arnhem û Ulmê agirê Newrozê hate vêxistin
Li bajarên Viyana yê Avûstûryayê, Arnhem ê Hollandayê û Ulm ê Elmanyayê Newroz hatin pîrozkirin.
Li bajarên Viyana yê Avûstûryayê, Arnhem ê Hollandayê û Ulm ê Elmanyayê Newroz hatin pîrozkirin.
Li bajarê Viyanayê li gel organîzasyona Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Û BI PIŞTGIRIYA Feykom û Demkurdê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan meşeke meşaleyî li dar xistin û li Avûstûryayê yekem agirê Newrozê vêxistin.
Girseya ku li Qada Karsplatzê li hev civiya, bi deqeyeke rêzgirtina ji bo hemû şehîdên şoreşê dest bi çalakiya xw kirin. Girse piştre meşaleyên xwe vêxistin û ber bi Heldenplatzê ve meşiya.
Ji bo çalakvanên ku gihîştin Heldenplatzê bernameyeke pîrozbahiyê ya berfireh hate amadekirin. Welatiyê bi navê Ciwan li ser navê TCŞ’ê axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Em ê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin û ji vir bi hezaran silavên xwe dişînin Îmraliyê. Ji bo ku em Newroza sala bê li gel Rêber Apo pîroz bikin divê em têkoşînê mezin bikin.’’
Piştre hunermendên weke Hozan Arîana, Koma Dewran, İbrahim Bêzar, Kawa Urmiye, Hemê Hacî û Mistefa Bazidî derketin ser dikê. Li gel gerandina govendê pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû.
Li welêt pîrozbahî wê heya 292ê Adarê berdewam bikin. Roj û navnîşanên pîrozbahiyan bi vî rengî ne:
21.03.2026 Graz - 14:00 - Strauchergasse 32
22.03.2026 Viyana - 15:00 - Gasometer
22.03.2026 Bregenz - 14:00 - Hofsteigsaal
22.03.2026 Innsbruck - 14:00 - Olympiastrasse 10
29.03.2026 Linz - 14:00 - Neues Rathaus
ARNHEM
Li bajarê Arnhem ê Hollandayê jî bi hezaran Kurdistaniyan agirê Newrozê bi coşeke mezin vêxistin.
Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate vêxistin.
Siyasetmedar û nivîskar Amed Xanik di çalakiyê de axivî û anî ziman ku gelê Kurd di serdemeke dîrokî re derbas dibin, wê li gel yekîtiya gelê Kurd bigihîje serkeftinê û got ku Newroz sembola vê yekîtiyê ye.
Di pîrozbahiyê de hunermend Rodîn Roo û Koma Rûmet derketin ser dikê.
Beşdarvanan li gel berzkirina dirûşemyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin jiyan Azadî” govend hatin gerandin.
Pîrozbahiyê heya derengiya şevê berdewam kir.
Her wiha di pîrozbahiyê de ji bo Newroza Hollandayê ya mezin a ku wê 21’ê Adarê de li Den Haag – Zuiderparkê were lidarxistin banga beşdarbûnê hate kirin.
ULM
Li bajarê Ulm ê Elmanyayê jî li gel banga pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê şeva 20’ê Adarê meş û mitînga Newrozm hatin lidarxistin.
Meşê li pêşiya Bîrdariya Einsteinê dest pê kir û li gel mitînga li navenda bajêr bi dawî bû.
Li qada çalakiyê alên MLKP, YDG, Partîzan, YPG, YPJ û Kurdistanê hatin hilgirtin.
Li gel vêxistina agirê Newrozê coşa li qadç zêdetir bû û govend hatin gerandin. Pîrozbahî li gel berzkirina dirûşmeyan û xwendina sirûdan bi dawî bû.
Her wiha ji bo pîrozbahiya Newrozê ya ku wê îro li bajarê Frankfurtê were lidarxistin, banga beşdarbûnê hate kirin.