Pîrozbahiyeke bi coş a Newrozê li Lîmasolê
Li bajarê Lîmasolê yê Qibrisê, gelê Kurd û dostên wan, Cejna Newrozê bi şiarê “Newroza azadiya ji bo Rêber Apo” pîroz kir.
Li bajarê Lîmasolê yê Qibrisê, gelê Kurd û dostên wan, Cejna Newrozê bi şiarê “Newroza azadiya ji bo Rêber Apo” pîroz kir.
Pîrozbahî li herêma Îpsonas a Lîmasolê hat lidarxistin û bi hezaran kes beşdar bûn. Di çalakiyê de ku Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê amade bûn, beşdariya zêde ya dostên Qibrisî jî bal kişand.
Gelê Kurd ê li Qibrisê dijî, her sal Cejna Newrozê li gundê Alassayê pîroz dikir, lê îsal ji ber şert û mercên hewayê çalakî li saloneke girtî hat lidarxistin. Ji saetên serê sibê ve, Kurdên li her devera Qibrisê dijîn berê xwe dan salona pîrozbahiyê. Salon di demeke kurt de lêma lêma tije bû.
Di salona ku Newroz lê hat pîrozkirin de, posterên mezin ên Rêber Apo û Theofilos’ê ku di sala 1994’an de şeva Newrozê ji aliyê hêzên paramîlîter ên dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin, hatin daliqandin. Her wiha wêneyên şehîdên berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û alayên PKK, YPG û YPJ’ê di salonê de cih girtin.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê di şexsê Bavê Welat de dest pê kir. Piştre, bi vêxistina agirê Newrozê ji aliyê Koma Folklorê ya Şehîd Ziyad Helep ve bername dewam kir.
Pîrozbahiya Newrozê bi axaftinên vekirinê yên Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê Memet Uçaş û Rewşen Terbuş berdewam kir. Piştre peyama Newrozê ya Rêber Apo ku ji Girtîgeha Îmraliyê şandibû, ji aliyê siyasetmedarê Kurd Baran Hebun ve hat xwendin. Piştî xwendina peyamê, girseyê bi deqeyan li ser piyan bi siloganên “Bijî Serok Apo” bersiv da.
Koma Folklorê ya Şehîd Ziyad Helep, bi pankarteke ku ji wêneya dîrokî ya di berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de derketibû holê hatibû amadekirin, ket salonê. Di vê navberê de bi hezaran kesan bi siloganên “Bijî berxwedana Rojava” û bi tîlîliyan kom bi coşeke mezin pêşwazî kir.
Nûnerê PYD’ê yê Qibrisê Yasin Terbuş di axaftina xwe de diyar kir ku li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst ên ku li Rojhilata Navîn gelan li hemberî hev sor dikin û ji şer û komkujiyan xwedî dibin, wê bi paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo bersiv bê dayîn.
Piştre siyasetmedarê Kurd Lezgin Serhat axivî û got: “Tehamula me nemaye ku Rêber Apo, yê ku bi şeş kesan di rojeke Newrozê de vejîn û berxwedana gelê Kurd da destpêkirin, bi milyonan rakir ser piyan û bû hêviya azadiyê ya gelan, hîn jî di zindana Îmraliyê de bê girtin. Nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo, nêzîkatiya li hemberî bi milyonan gelê Kurd û hemû gelên ku hêviya azadiyê hildigirin e.”
Di çarçoveya bernameyê de Kora Zarokan a Theofilos derket ser dikê. Çalakî bi stranên Newrozê yên hunermendên Tev-Çandê Farqîn Azad û Mazlum Sîwan û bi govendên hatin girtin bi dawî bû.