BI DÎMEN

Agirê Newrozê li Atîna û Saint-Avold hate vêxistin

Li paytexta Yewnanistan Atînayê û bajarê Saint-Avold ê Fransayê Newroz hate pîrozkirin.

Li Atînayê şahiya Newrozê li Prosfygika ya ku weke Malên Koçberan a Hatî Dagirkirin tê zanîn, destpê kir.

Kurdistanî û dostên wan beşdarî şahiyê bûn.

Di tevahiya şahiyê de dirûşmeyên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

SAINT-AVOLD

Li bajarê Saint-Avold ê Fransayê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Saint-Avold ve agirê Newrozê hate vêxistin.

Endamên navendê bi gel re bi meşa meşaleyî çûn qada şahiyê. Di tevahiya meşê de tilîlî û dirûşme hatin avêtin.