Newroza ku îsal li paytexta Fransayê, Parîsê bi coşeke mezin hat pîrozkirin, bi beşdariya bi hezaran Kurdistaniyan li Meydana République pêk hat. Pîrozbahiyên ku nîvro dest pê kirin, bi axaftinên ku di nava rojê de berdewam kirin, konsertên muzîkê, govend û diruşman veguherî şahiyeke gel. Li qada ku bû qada dîmenên rengîn, peyamên yekîtî, berxwedan û azadiyê derketin pêş.
Bername saet di 12.00’an de bi axaftina destpêkê ya Hevserokên CDK-F’ê Fevziye Erdemirci û Azad Dogan dest pê kir. Di axaftinan de bal hat kişandin ser wateya dîrokî ya Newrozê, ruhê berxwedanê yê ji bo gelê Kurd û hewcedariya bi yekîtiya neteweyî.
Piştre Koroya Parîsê ya ku di bin banê Tev-Çandê de xebatên xwe dimeşîne derket ser dikê. Koroyê bi berhemên ku pêşkêş kirin coşa li qadê mezin kir û ji aliyê beşdaran ve rastî eleqeyeke mezin hat.
Di bernameyê de endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar û Nûnerê Rojava yê Parîsê jî Newroza gel pîroz kirin û peyamên siyasî yên rojê parve kirin. Zubeyir Aydar di axaftina xwe de bi taybetî bal kişand ser gotina “Kurdistan yek e” û got ku têkoşîna gelê Kurdistanê ya li çar parçeyan, li dora qedereke hevpar û xeteke berxwedanê ya hevpar teşe digire. Aydar anî ziman ku li qadên Newrozê lihevhatina bi milyonan kesan bi heman diruşm û daxwazan, nîşaneya herî xurt a daxwaza yekîtiya neteweyî ye.
Aydar diyar kir ku heta statûya Rojava li Sûriyeyê bi mîsogeriya destûrî û siyasî neyê girtin, wê têkoşîn berdewam bike. Li gel vê, Aydar bal kişand ser geşedanên li Rojhilat û Başûr jî û diyar kir ku pêvajoyên siyasî yên li Îranê û rîskên şerê herêmî ji bo hemû parçeyên Kurdistanê gefên cidî dihewînin. Wî got ku Newroza îsal a ku di bin siha şer, krîz û pevçûnan de tê pêşvazîkirin, divê di heman demê de bibe Newroza banga azadiyê û vîna berxwedana hevpar.
Pîrozbahî tenê bi axaftinan sînordar neman. Di çarçoveya bernameyê de hunermendên wekî TRZ Azad, Helbest Arîn, Koma Agir, Xêro Ebas û Rênas Demhat derketin ser dikê û bi stran û performansên xwe coşa li meydanê di nava rojê de zindî girtin. Melodiyên Kurdistanê li Meydana République olan dan. Girse car bi car bi hunermendan re stran gotin, gelek caran govend hatin gerandin û meydan veguherî qadeke mezin a piştgiriyê.
Yek ji diruşmên herî zêde li qadê derket pêş “Kurdistan yek e” bû. Girseya ku li dora vê diruşmê bû yek, hem daxwaza yekîtiya neteweyî hem jî dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê re bi xurtî nîşan da. Pankartên hatin vekirin, flamayên hatin hilgirtin û diruşmên hatin qîrîn careke din nîşan dan ku Newroz ne tenê cejneke çandî ye, di heman demê de rojeke helwesta siyasî û bîra civakî ye.
Li aliyê din, li qada pîrozbahiyê gelek standên xurek, çandî û agahdarkirinê jî hatin avakirin û di nava rojê de rastî bala zêde ya ziyaretvanan hatin. Beşdaran hem daxwazên xwe peyda kirin hem jî derfet dîtin ku li ser xebatên saziyên cihêreng agahiyan bigirin.