BI DÎMEN

Li Duisburg’ê agirê Newrozê hate vêxistin

Li bajarê Elmanya’yê Duisburg’ê bi sedan kes, bi berzkirina sloganan agirê Newrozê pêxistin

Kurdên li Duisburgê dijîn, bi şiarê “Newroza Azadî û Demokrasiyê” Newroz pîroz kirin.

Di 20’ê Adarê de bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Duisburgê (NCDKD) û Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel, pîrozbahî li taxa Marxlohê li August-Bebel Platzê saet di 16.00’an de dest pê kir. Çalakî piştî deqeyek rêzgirtinê, bi berzkirina sloganan û vêxistina agirê Newrozê berdewam kir.

Di pîrozbahiyê de ku bi sedan kes beşdar bûn, di axaftinan de bal hat kişandin ser wateya dîrokî ya Newrozê û hat destnîşankirin ku Newroz ne tenê pîrozbahiyek e, sembola berxwedan û lêgerîna azadiyê ye. Di axaftinan de her wiha bal hat kişandin ser perspektîfa civaka demokratîk a Rêber Apo û hat diyarkirin ku ev nêzîkatî di têkoşîna gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e.

Di çalakiyê de li ser geşedanên siyasî yên dawî jî nirxandin hatin kirin û bangên yekîtî û têkoşîna hevpar derketin pêş. Alîgirên Partiya Komunîst a Marksîst Lenînîst (MLKP) jî beşdarî pîrozbahiyê bûn û peyamên piştgiriyê dan.

Bername bi derketina ser dikê ya hunermend Tîtalê Feyzo û Yılmaz Xerîb berdewam kir. Bi stranên hunermendan coş bilind bû û girseyê li dora agirê Newrozê govend gerandin.

Di dema pîrozbahiyê de sloganên “Şehîd namirin”, “Bijî Newroz”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.