Li Hamburgê resepsiyona Newrozê, li Freiburgê jî pîrozbahiya girseyî
Di dema ku li Parlamena Eyaleta Hamburgê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin, li Freiburgê jî bi hezaran kes derketin qadan û pîrozbahî kirin.
Di dema ku li Parlamena Eyaleta Hamburgê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin, li Freiburgê jî bi hezaran kes derketin qadan û pîrozbahî kirin.
Li bajarên cuda yên Almanyayê pîrozbahiyên Newrozê bi resepsiyon û çalakiyên girseyî berdewam dikin.
HAMBURG
Li parlamena Hamburgê, di çarçoveya cejna neteweyî ya Kurdan Newrozê de resepsiyonek hat organîzekirin. Bo çalakiya ku ji aliyê pêkhateyên Partiya Çep (Die Linke) ve hatibû amadekirin, li gel Kurdistanî, ji Îran, Afganistan, Belûçistan û Asyaya Navîn zêdetirî 500 kes beşdar bûn.
Hevserokên Partiya Çep a Hamburgê Heike Sudmann û David Stoop di axaftinên xwe de diyar kirin ku ew bi pîrozkirina Newroz û Cejna Remezanê ya gelên cuda kêfxweş in û destnîşan kirin ku mazuvantiya organîzasyoneke wiha ji bo wan rûmetek e.
Piştî axaftinan xwarin û şîranî li beşdaran hat belavkirin. Resepsiyon bi stranên hunermend Cemîle Dinçer û Ahmet Koyuncu û her wiha bi melodiyên Afganî û Îranî berdewam kir.
FREIBURG
Li bajarê Freiburgê jî gelê Kurd bi coşeke mezin Newroz pîroz kir. Çalakiya ku li Stuhlinger Straßeyê hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Salih Duran di pîrozbahiya ku beşdariyeke zêde lê hebû de axaftinek kir û diyar kir ku gelê Kurd bi berdêlên giran ruhê Newrozê gihandiye îro.
Di çalakiyê de hunermend Kazim, Riza, Bêrî, Sîvan û Bîrhat Kurdî derketin ser dikê. Pîrozbahî bi govend, stran û tîlîliyên ku bi saetan ajotin berdewam kir û bi vêxistina agirê Newrozê bi dawî bû.