Li paytexta Ermenistan Erîvanê li mala gel 77'emîn rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin.
Şahî bi yek deqe rêzgirtinê ji bo şehîdên azadiyê hat dest pê kirin.
Di şahiyê de Parlamanter Kinyaz Hesanov û Hevserokê Komîteya Kurdistan Silo Dirboyan axaftin kirin.
Di axaftinan de hate destnîşan kirin ku 4’Nîsanê ne tenê rojbûna Rêber Apo ye, rojbûna hemû gelê Kurd e û mirovahiyê ye û wiha hate gotin: "Em wek gelê Kurd pir bi şans in ku xwedî Rêberekî wisa ne. Rêber Apo jiyanekî nû ji bo me ava kir, em kirin xwedî îrade û em bi cîhanê dan naskirin. Lewma em îro rojbûna gelekî pîroz dikin. Bila ev roj li hemû gelê Kurd pîroz be. Ev 27'ê salê Rêber Apo ji bo azadiya gelê Kurd û aramiya cîhanê di girtîgeha îmraliyê de berxwe dide û ji bo xelasiya civaka buye hêvî.
Em weke civaka Kurd ya li Ermenîstanê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe emê têkoşîna xwe didomînin û em di we baweriyê de ku emê demek nêzda Rêberê xwe azad di navê xwe de bibînin. Em carek din rojbûna Rêber Apo li gelê Kurd,Gerîla,malbatê şehîdan û li mirovahiyê pîroz dikin.”
Di dawî ji aliyê gel ve dar hatin çandin. Di dema dar çandine de Seroka Yekîtiya jinên Azad Tamara Kelaşyan axaftin kir.Kelaşyan got: "Îro rojbûna gelê Kurd û jinan em bi hêviya ku salek din bi Serokê xwe re rojbûna wî pîroz bikin.Em Rojbûna Rêber Apo li mirovahî û li jina pîroz dikin"
Piştre bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" şahî bi paste birînê û gerandina govendê dewam kir.