Li Elmanyayê sererastkirina têkildarî leşkeriyê ya nû bû sedema derketina nîqaşan

Li Elmanyayê yasaya nû ya leşkeriyê ya nû kete meriyetê, derpêş dike ku divê zilamên 17 saliya xwe tejî kirine mayîna xwe ya li derveyî welat û ji sê mehan zêdetir beriya wê ragihînin û destûrê bistînin.

Sererastkirina têkildarî leşkeriyê ya nû ya ku di destpêka salê de li Elmanyayê kete meriyetê, di hefteya Cejna Paskalyayê de bû yek ji mijara ku li seranserê welat gelekî hate nîqaşkirin. Li gorî sererastkirinê, zilamên ku 17 saliya xwe tije kirine, ji bo mayîna li derveyî welêt a ji sê mehan zêdetir divê ji Bundeswehrê (Artêşa Elmanyayê) destûrê bistînin. Piştî ku mijara berbehs kete rojevê  li ser medyaya dijîtal û di qada siyasetê de nerazîbûn hatin nîşandan.

Gelek welatiyan bertek nîşan da ku çima mijareke bi vî rengî beriya niha di nava raya giştî de nehatiye nîqaşkirin.

WEZARETA PARASTINÊ PIŞTRAST KIR

Wezareta Parastinê ya Elmanyayê, di dawiya hefteyê de sererastkirina berbehs piştrast kir.  Berdevkê Wezaretê got: ‘’Zilamên ku 17 saliya xwe tije kirine, berpirsiyar in ku mayîna xwe ya li derveyî welat a ji sê mehan zêdetir beriya wê ragihînin û destûrê bistînin.’’

Wezaretê hinceta sereke ya sererastkirinê weke ‘’avakirina pergaleke leşkeriyê ya ewle û bêkêmasî’’ eşkere kir.

SERDEMA DÎWARÊ BERLÎNÊ BI BÎR DIXE

Siyasetmedara çepgir a populîst Sahra Wagenknecht li hemberî sererastkirinê bi awayekî tund erazîbûnên xwe nîşan dan. Wagenknecht diyar kir ku sererastkirina berbehs serdema Elmanyaya Rojhilat û Dîwarê Berlînê bi bîr dixe û got ‘’Tu eleqeya wê bi demokrasiyê û sererastkirina azad û demokratîk re tune ye.’’

Her wiha ji muxalefetê jî hin kesan nerazîbûnên xwe nîşan dan.  

ÇAVDÊRÎ BERFIREH DIBE

Li Elmanyayê leşkeriya mecbûrî di sala 2011’an de hatibû betalkirin. Lê belê li gel yasaya nû divê êdî hemû zilamên 18 salî eleqe û rewşa xwe ya ji bo xizmeta leşkeriyê bi mecbûrî diyar bikin.  Her wiha ji 1’ê Tîrmeha 2027’an û pê ve wê ji nû ve ji bo kesên di sala 2008’an de ji dayîk bûne pêvajoya muayeneya mecbûrî were destpêkirin.

BANDORA HEDEFÊN NATOYÊ Û ŞERÊ ÛKRAYNAYÊ

Rêveberiya Berlînê,  reforma leşkeriyê bi guherîna atmosfera ewlehiya Ewropayê re têkildar dike. Li gorî hikûmeta Elman, bi taybetî jî piştî ku Rûsyayê di sala 2022’yan de Ûkrayna dagir kir, welatên endamên NATO’yê lêçûnên xwe yên leşkerî û astên xwe yên amadehiya leşkerî gelekî zêde kirine. Modela nû ya leşkeriyê jî di vê çarçoveyê de weke perçeyekî pêkanîna armanca lêrikibîna berpirsiyariyên NATO’yê ya Elmanyayê tê pêşkêşkirin.