Li Yarşovê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
77 saliya Rêber Apo li navçeya Yarşov a Saratovê bi şahiyekê hate pîrozkirin.
77 saliya Rêber Apo li navçeya Yarşov a Saratovê bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Li bajarê Saratov ê Rûsyayê, 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li Mala Kurdan a navçeya Yarşovê hate pîrozkirin.
Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştre endama Meclîsa Jinê Xezal Yûsûbova li ser wate û girîngiya 4'ê Nîsanê axivî û rojbûna Rêber Apo li gelê Kurd pîroz kir. Xezal Yûsûbova got, "Rojbûna Rêber Apo ji bo gelê Kurd jinûve vejîneke û rojbûna jin a azad e."
Hevserokê Otonomiya Yarşovê Mîrza Elî Yûsûbov û serokê Otonomiya Azîngê Tahir Fatoyev jî axivîn û gotin, ku ew di wê baweriyê de ne ku rojbûna Rêber Apo li ser bircên Amedê bi hev re pîroz bikin.
Mîrza Elî Yûsûbov wiha axivî: "4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo ji bo civakê û gelan rojbûneke nû ye. Em weke gelê Kurd rojbûna Rêber Apo weke rojbûna xwe dibînin. Her wiha 4’ê Nîsanê ji bo me hevî û baweriya herî mezin e.”
Tahir Fatoyev li ser rojbûna Rêber Apo got: "Rojbûna Rêber Apo, rojbûna neteweya demokratîk e. Em vê rojê wek rojbûna şexsekê nabînin, em wek rojbûna neteweyekê dibînin. Di heman demê de hêvî û baweriya me ew e ku sala were em vê roja pîroz bi Rêbertî pîroz bikin."
Şahiya 4’ê Nîsanê bi gerandina govendê û bi dirûşmeyên "Bijî Rêber Apo", "Bê Serok Jiyan nabe" bi dawî bû.