Li Swîsreyê nîqaşên li ser 'avakirina civaka demokratîk' dewam dikin

Saziyên Kurd ên li Swîsreyê piştî "Banga Civaka Demokratîk" a Rêber Apo ji bo bicihanîna paradîgmaya nû civînên xwe yên pêvajoya nîqaşkirinê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li kantona Zurichê civînek hate lidarxistin.

LI SWÎSREYÊ CIVÎN

Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) ku rêxistinên sîwanî yên saziyên Kurd ên li Swîsreyê ne, li ser rê û rêbazên bicihanîna paradîgmaya nû dest bi pêvajoyeke nîqaşê ya berfireh kirin. Di vê çarçoveyê de li Komeleya Çandê ya Rojava ku li bajarê Kloten ê Kantona Zurichê ye, civîneke berfireh a ji du rojan hate lidarxistin.

Di roja destpêkê ya civînê de ku nûnerên meclîsên xwecihî, komun û saziyên Kurdan ên cuda tevlî bûn Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Hevseroka PYD'ê Pervîn Yûsif axivîn.

Remzî Kartal destnîşan kir ku di dema pêş de wezîfeya wan a bingehîn avakirina civaka demokratîk e. Kartal işaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî kir û got, "Ji vê saetê û pê ve kî xwe nede ber yekîtiya neteweyî wê winda bike. Divê em zimanê xwe biguherînin. Gelê Kurd li hemberî êrişên li ser Rojava bi rengekî yekîtiyê sekneke xurt nîşan da."

Pervîn Yûsif jî qala pêvajoya sazîbûnê ya li Rojava kir û got, "Demeke dirêj e em di nava pêvajoya avakirinê de ne. Kêmasiyên me hene, lê belê ji bo derbaskirina van em di nava hewldanan de ne. Jiyan dînamîk e, em neçar in ku xwe li gorî guhertinê jinûve bi rêxistin bikin."