Peyama sersaxiyê ya KCK’ê ji bo Bernd Ruprecht: Em ji bo têkoşîn û keda wî minetdar in
Berdevkiya Çapemeniyê ya KCK’ê, ji bo aktîvîstê enternasyonalîst Bernd Ruprecht ê ku beriya çend rojan jiyana xwe ji dest dabû, peyameke sersaxiyê weşand.
Berdevkiya Çapemeniyê ya KCK’ê, ji bo aktîvîstê enternasyonalîst Bernd Ruprecht ê ku beriya çend rojan jiyana xwe ji dest dabû, peyameke sersaxiyê weşand.
Daxuyanî wisa ye:
“Em bi xemgînî fêr bûn ku Bernd Ruprecht, piştî ku di salên dawî de bi pirsgirêkên tenduristiyê re têkoşiya, roja înê ya borî wefat kiriye. Em sersaxiyê ji malbat û dostên wî re dixwazin û hestên wan parve dikin.
Bernd, hevalekî enternasyonalîst bû ku bi dehan salan ne tenê şopdarê Tevgera Azadiya Kurd bû, her wiha bi awayekî çalak ked da û beşdarî xebatan bû. Wî di naskirina têkoşîna gelê Kurd a li derveyî Kurdistanê de kedeke mezin da û di avakirina platformên ku xizmeta xebatên enternasyonalîst ên ji bo cîhaneke demokratîktir û azad dikin de, roleke pir girîng lîst.
Hevalê me yê enternasyonalîst Bernd, bi taybetî di qada çapemenî û weşangeriyê de ked da û nasnavê ‘edîtorê weşanên elmanî yên tevgerê’ girt; bi vî rengî beşdarî kevneşopiya bingehîn a têkoşîna sosyalîst bû. Mîrateya ku wî li pey xwe hiştiye, tevî mîrateya dostên hêja yên Tevgera Azadiya Kurd ên wekî Uta Schneiderbanger, Robert û Beate Jarowoy û Ellen Stêrk dibe yek. Em ji bo têkoşîn û keda wan minetdar in. Ew, îfadeyên rojane yên karakterê enternasyonalîst in ku ji damezrandina tevgera azadiyê û vir ve, bi pêşengên wekî Haki Karer û Kemal Pir dest pê kiriye.
Em ji ber keda ku Bernd bi jiyana xwe da, kûr minetdar in. Careke din em sersaxiyê ji malbata wî û gelê Elman re dixwazin. Em ê bîranîna Bernd zindî bihêlin û têkoşîna wî bidomînin.”