Nobeda Azadiyê ya Cenevreyê di hefteya 272’an de berdewam dike

Di çalakiya rûniştinê ya li ber NY tê lidarxistin de hat diyarkirin ku pêvajoya civaka demokratîk ji bo gelan çavkaniya hêviyê ye û hat destnîşankirin ku divê dewlet ji bo aştiyek mayînde diyalog û gavên baweriyê bavêje.

"Nobeda Azadiyê" ya ku ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevre ya Swîsreyê tê lidarxistin, di hefteya 272’yan de berdewam dike. Kurdistanî û dostên wan banga mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dubare kir.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Şahoz Sûrûç (Şêxmus Budak), Bahtiyar Xemgîn Roj (Muhammed Emîn Erol), Avesta Cîzîr (Nûrsel Dalmiş), Arjîn Pêşeng û kesên ku di komkujiya Enfalê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Naîle Budak diyar kir ku windahiyên ku gelê Kurd li erdnîgariyên cuda dane hevpar û bi nirx in û got, "Hemû şehîdên me ronahiya gelê Kurd in." Naîle Budak anî ziman ku gel hebûna xwe deyndarê van fedakran e û destnîşan kir ku ew ê xwedî li ziman, çand û dîroka xwe derkevin.

Berdevkê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ya Cenevreyê Îbrahîm Yuksel jî di axaftina xwe de bal kişand ser 180 hezar Kurdên di Komkujiya Enfalê de hatine qetilkirin û komkujî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêvajoya civaka demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin ji bo gelê Kurd, Tirkiye û Rojhilata Navîn çavkaniya hêviyê ye. Hat gotin ku azadiya gelan bi civaka demokratîk û aştiyane pêkan e.

 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê gavên şênber werin avêtin û hat diyarkirin kuberovajî vê yekê wê pirsgirêkan kûrtir bike û xeteriya provokasyonê zêde bike. Hat bibîrxistin ku xwe fesixkirina PKK’ê û çekdanîna komek gerîla ji bo aştiyê gavên erênî ne.

 

Her wiha di daxuyaniyê de desthilata siyasî ya Tirkiyeyê ji ber ku derbarê pêvajoyê de gavan neavêtiye û hewl dide ji demê re bihêle hat rexnekirin û bi gotina "Tirkiyeyek bê teror" zimanê jehrî bi kar tîne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo aştiyek mayînde diyalog û gavên baweriyê pêwîst in.

 

Di daxuyaniyê de bang li dewleta Tirk hat  kirin û hat xwestin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike, statuya wî nas bike û pêşiya têkiliya bi raya giştî re were danîn bê vekirin. Her wiha ji bo girtiyên ku demek dirêj e di girtîgehê de ne, verastkirinên qanûnî hat xwestin.

 

Çalakvanan diyar kirin ku heta ku daxwazên wan bi cih were ew ê çalakiya li ber NY’ê bidomînin.