FEDA û DAKB: Em Dayê Zeynep bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) ji bo Zeynep Cansiz a jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê dan.

Di daxuyaniya nivîskî de ev yek hate gotin: ‘’Em bi xemgînî hîn bûn ku Zeynep Cansiz a ku li Nexweşxaneya Bajêr a Îzmîrê ji ber nexweşiya xwe ya mejîyî tedawî dibû, koça dawîn kiriye.’’

Di peyama FEDA û DAKB’ê ya sersaxiyê de ev yek hatin gotin:

‘’Dayê Zeynep a dayîka Sakîne Cansiz a ku di 9’ê Çileya 2013’an de li bajarê Parîs ê Fransayê hate qetlkirin, di tevahiya jiyana xwe de bi berxwedêrî, sebir û baweriya xwe dayikek mînak bû. Wê, bes ewladek mezin nekir di heman demê de bû havênê nirxeke ku rê da têkoşîna azadiya gelekî.

Di baweriya Elewiyan de mirin tune ye; can ber Heq ve diçe û digihîje cewhera xwe. Dayê Zeynep jî ji me xatir xwest, kete rêya ewliyayan û di dîwana Heq de cihê xwe girt. Em weke Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) dibêjin ku ji bo bîranîna nirxên ku wê ji me re hiştine, em ê bi serbilindî rêya xwe bidomînin.

Di serî de  malbata Cansiz em êşa hemû hezkiriyan parve dikin; hêviya sebir û metanetê dikin. Em Dayê Zeynep a ku wê ji xakên Dêrsimê re bibe sir, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.’’