Yekîtiya Ewropayê li Brukselê di civînê de nêzîkatiya xwe ya ji bo çareseriya bi du dewletan û piştgiriya bi Fîlîstînê re careke din xist rojevê. Civîn di bin siya şerê Rojhilata Navîn de pêk hat.
Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas diyar kir ku çareseriya bi du dewletan "Ji bo Fîlîstînî û Îsraîliyan yekane rêya jiyana bi ewle, rûmet û di nava aştiyê de ye." Serokwezîrê Fîlîstînê Mûhammed Mûstafa jî pêvajoya heyî bi gotina "Qonaxa di navbera trajedî û firsenda aştiya mayinde de" pênase kir.
Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê Maxime Prévot jî anî ziman ku Ewropa "Di navenda bahozê de ye" û işaret bi girîngiya lêgerîna çareseriya dîplomatîk kir.
Yekîtiya Ewropa piştevanê herî mezin ê malî Yê Rêveberiya Fîlîstînê ye û bangên xwe yên ji bo reformê dewam dike. Lê belê di nava yekîtiyê de nêrînên cuda balê dikişînin. Ji sala 2023'an di şerê li Xezeyê de endamên yekîtiyê ji bo avêtina gavên hişk ên li hemberî Îsraîlê nekarîn helwesteke hevpar nîşan bidin.
Di vê çarçoveyê de Komîsyona Ewropayê pêşniyar kiribû ku peymana hevkariyê ya bi Îsraîlê re bê betalkirin. Lê belê ji ber ku nekarî piştgiriyeke têrker werbigire, ev hewldan bi ser neketibû. Pedro Sanchez jî diyar kir ku wê rawestandina peymana navborî careke din bixe rojevê.
Hewldana navneteweyî ya ji bo çareseriya bi du dewletan di sala 2024'an de bi pêşengiya Erebistana Siûdî hatibû destpê kirin, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka tevlî vê pêvajoyê nebû bû. Rayedarên Yekîtiya Ewropayê destnîşan dikin ku li gel zor û zehmetiyan jî divê lêgerînên çareseriya demokratîk bêne dewamkirin.