BI DÎMEN

Ji bo Zeynep Cansiz li Berlînê taziye hate danîn

Li Berlînê bi pêşengiya saziyên Kurdan taziye hate danîn û Zeynep Cansiz hate bîranîn. Di bîranînê de qala piştgiriya Zeynep Cansiz a ji bo ciwanên Kurd û mêvanperweriya wê hate kirin.

Li Berlînê bi pêşengiya Nav-Berlîn û Meclîsa Jinan a Dest-Dan ji bo Zeynep Cansiz taziye hate danîn. Malbata Zeynep Cansiz û gelek kes beşdarî taziyeya li komeleya Kurdistanê bûn.

Di çarçoveya taziyeyê de ji bo Zeynep Cansiz find hate vêxistin û gulbank hate xwendin. Di bernameyê de Seroka Meclîsê û neviya Zeynep Cansiz Berfîn û dostên malbatê axivîn.

Di axaftinan de bi taybetî piştgiriya madî û manewî ya Zeynep Canasiz a ji bo ciwanên Kurd û mêvanperweriya wê hate bibîrxistin.

Bîranîn bi duayan bi dawî bû.