BI DÎMEN

Li navendên Ewropayê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê berdewam dikin

Ji Marsîlyayê heta Mîlanoyê, ji Amsterdamê heta Stuttgartê,bi beşdariyeke girseyî rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin û peyamên xurt hatin dayin.

PÎROZBAHIYÊN 4’Ê NÎSANÊ

MARSÎLYA

Li Navenda Çanda Kurd a Marsîlya ya Fransayê rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku gelek Kurdistanî beşdar bûn de peyamên yekîtî û hevgirtinê derketin pêş.

Di pîrozbahiyê de lîstikên ji bo zarokan hatin lîstin, pêşbirk û çalakiyên cûrbecûr bal kişandin. Beşdaran bal kişandin ser azadiya Rêber Apo û diyar kirin ku şahiyên bi vî rengî hevgirtina civakî xurt dikin.

STUTTGART (FEUERBACH)

Navenda Çanda Demokratîk a Kurd li herêma Feuerbach a bajarê Stuttgart ê Elmanyayê rojbûna Rêber Apo pîroz kir. Di seatên êvarê girseya ku piraniya wan ciwan bûn, li komeleyê kom bûn û li ber muzîkê govend gerandin.

Di çarçoveya pîrozbahiyê de sînevîzyona endamê TEV-ÇAND’ê Nûrettîn Demîrtaş a bi navê "Darê hişk çawa şîn dibe?" hat pêşandan. Şahî bi bîranîna şehîdan bi dawî bû.

CHUR

Kurdistanî ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Apo li bajarê Chir ê Swîsreyê li hev civiyan. Di pîrozbahiyê de li ser girîngiya siyasî û civakî ya 4’ê Nîsanê rawestiyan û peyamên yekîtî û hevgirtinê dan.

Beşdariya zarokan bal kişand. Pîrozbahî bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.

MÎLANO

Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Komeleya Konfederalîzma Demokratîk ve li bajarê Mîlano yê Îtalyayê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de axaftin hatin kirin û piştre li baxçeyê komelyê dara zeytûnê hat çandin.

Pîrozbahî bi muzîk û gerandina govendê berdewam kir.

TORÎNO

Bi boneya pîrozkirina 77 saliya Rêber Apo li Parka Valentino ya bajarê Torîno ya Îtalyayê şahî hat lidarxistin. Beriya bernameyê beşên parêznameyên Rêber Apo hatin xwendin.

Kurdistanî û endamên Defend Kurdistan li ber stranan govend gerandin.

AMSTERDAM

Kurdistanî û dostên wan ji bo pîrozkirina 4’ê Nîsanê li bajarê Amsterdam ê Hollandayê li hev civiyan. Di axaftinan de li ser girîngiya rojê rawestiyan û piştre sînevîzyona li ser jiyana Rêber Apo hat pêşandan.

Hunermend Rodin Roo derket ser dikê stran gotin. Beşdaran li ber stranan govend gerandin. Bername bi dirûşmeyên "Rojbûna te pîroz be Serok Apo" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

GIESSEN

Meclîsa Gel a Demokratîk 77 saliya Rêber Apo li bajarê Giessen ê Elmanyayê bi coşek mezin pîroz kir. Li ser navê Meclîsa Gel û Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin û helbest hatin xwendin.

Şahî bi stranên Koma Hezexê, Hozan Dîndar û gerandina govendê bi dawî bû.

DORTMUND

Ciwanên TCŞ NRW’ê ji bo pîrozkirina rojbûna 77emîn a Rêber Apo li bajarê Dortmund û Elmanyayê pîrozbahî li dar xistin. Gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn ku li Navenda Kurdistanê ya Dortmundê hat lidarxistin, bûn.

Di pîrozbahiyê de pêşengiya du dayikên şehîdan û di heman demê de dayikek ku bi Rêber Apo re dem derbas kiribû şitil hat çandin.

Bi beşdariya ciwanan pîrozbahî berdewam kir. Di pîrozbahiyê de govend hat gerandin û timî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Rojbûna te pîroz be Serok Apo", "Ciwan fedaiyê Rêber Apo ne" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.

HELSINGBORG

Komeleya Jinên Kurd a ku li bajarê Helsing pîroz kir. Bernameya ku ji hêla jinan ve hat birêvebirin, bi taybetî zarok gelek kes beşdar bûn.

Di pîrozbahiya ku li avahiya komeleyê  hat lidarxistin de  li ser girîngiya yekîtî, hevgirtin û nirxên çandî rawestiyan. Hunermendê herêmî Cemal Rojhilatî bi pîyanoyê kêliyên xweş da derbaskirin.

LINZ

Li bajarê Linz ê Awûstûryayê rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin. Bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

Di pîrozbahiyê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Rêber Apo hat pêşandan. Di axaftinan de bal kişandin ser konfederalîzma demokratîk, jiyana komunal, rêxistina civakî û azadiya jinan.

Li ser navê tevgera jinan a Awûstûryaya Jorîn Agirî Kobane axivî û bal kişand ser girîngiya rêxistinî, jiyana kolektîf û sekna îdeolojîk.

BErname bi xwendina helbestên Cevdet Halim hberdewam kir. Bername di gerandina govendê û berzkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

OSLO

Li paytexta Norwêc Osloyê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û beşdariya gelek Kurdistaniyan pîrozbahî hat lidarxistin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurd û enternasyonalîst dest pê kir. Hevserok Ayser Yuce di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûn e, jidayikbûna gelekî ye.

Siyasetmedar û nivîskar Celalettîn Delîbaş jî diyar kir ku derketina Rêber Apo ji nû ve jidayikbûna gelê Kurd îfade dike. Delîbaş li ser pêvajoya aştiyê jî rawestiya û diyar kir ku divê azadiya xebat û ragihandinê ya Rêber Apo were misogerkirin.

Pîrozbahî bi stranên hunermendên herêmî û gerandina govendê bi dawî bû.

LUZERN

Bi boneya rojbûna 77’emîn a Rêber Apo li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lucerne ya Swîsreyê pîrozbahî hat lidarxistin.

Dayikên şehîdan û gelek Kurdistanî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Hevserokê DKTM’ê Ercan Guneş di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku Rêber Apo nasnameyek neteweyî daye gelê Kurd û got, "Azadkirina Rêber Apo berpirsiyariya dîrokî ya vî gelî ye."

Li ser navê malbatên şehîdan Fatma Tore axivî û bal kişand ser têkoşîna azadiya jinan.

Piştî axaftinan, sînevîzyon hat pêşandan. Pasteyarojbûnê ji aliyê zarokan ve hat jêkirin û pîrozbahiyê bi dawî bû.

ATÎNA

Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wan rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin. 
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê bi pêşengiya jin û zarokan şitlên daran hatin çandin.

Di pîrozbahiyê de daxuyaniya 4’ê Nîsanê ya PAJK’ê hat xwendin û ji aliyê komîteya çandê ve şano hat pêşkêşkirin.

Pîrozbahî piştî pêşkêşkirina sînevîzyonê, bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo" heta derengiya şeve berdewam kir.

HELSÎNKÎ

Li paytexta Finlanda Helsînkiyê bi minasebeta 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û di heman demê roja damezrandina YPJ û PJAK merasimekî pîrozbahîyê hat çêkirin. Merasim li komeleya Kurdî NCDK'ê bi tevlîbûna welatparêzan hat lidarxistin. 

Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo cangoriyên têkoşîna azadîyê destpê kir. Piştre li ser giringiya rojê axaftin hatin kirin. Sê pastetên ku li ser navê Rêber Apo, PJAK û YPJ hatibûn amadekirin hatin birîn û bi dirûşmeyan rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin. 

Pîrozbahî bi stranên şoreşgerî û govendê dewam kir.